ManşêtNûçe

 Muna Yûsif: Em dixebitin ji bo misogeriya mafê jinê di destûra Sûrî ya nû

Ji destpêka şoreşa Sûriya jinê îsbat kir qabîliyeta wê li ser rêveberiya civakê û rêxistina xwe bike li ser hemû astan siyasî, aborî, civakî,… Kongreya Star di fêrbûna jinê de rolek mezin hebû ji bo bidesxistina mafên wê, û bi gahştina jinê ji vê qonaxê ji pêşketinê li ser hemû astan dewleta Tirk hewl dide bi hemû wesîleyan û di riya şerê wê yî taybet vîna jinê bişkîne, ev tişt hat di hevdîtinekê de bi Muna Yûsif re endama kordînasyona Kongreya Star ji malpera Partiya Yekîtiya Demokrat re.

Yûsif di riya axaftina xwe de îşaret kir li ser zehmetiyên ku jinê tê de derbas dibe bi sedema zihniyeta mêr, û nirîna civakê jê re, her wiha tekez kir ku ew weke Kongreya Star hewil didin bi hemû awayan ji bo guhertina vê zihniyetê, û îstratîjiya wan li ser bingeha gihertina hemû tgehên kevin der heqê jinê ye, û danîna sînorekî ji hemî pirsgirêkên civakî yên li hemberî wê derdikevin.

Her wiha tekez kir ku hedefgirtina dewleta Tirk ji jinê re ji bo şikandina vîna wê, û komîteyên wan yên qanûnî hewil didin ku hemû binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk û çeteyên wê pêk anîn der heqê jinê li hermên dagirkirî ji dadgeh û foromên navdewletî ji bo belgekirina binpêkirinên dijmirovî û muhasbekirina Tirkiya.

 Yûsif di berdewamiya axaftina xwe tekez kir ku Kongreya Star hewil dide di riya çalakiyên ku pêk tîne jinê bi rengekî guncaw wê perwerde bike, wekî din danîna pilanan ji bo prewerdekirina mêr û pêşkêşkirina semîneran ji bo avakirina malbatek demokrat ji ber ku tenê bi vî rengî wê gelek pirsgirêkên jinê di civakê de têk bibe.

Yûsif tekez kir ku ji biryarên wan yê Kongreya wan ya 8’emîn vekirina projeyên biçûk ji bo têkbirina pileyek mezin ji betaliyê di nava jinan de.

Endama kordînasyona Kongreya Star ya Bakur û Rojhlatê Sûriya Muna Yûsif wiha gotinên xwe bi dawî kir û tekez kir ku jin rolekeî giring û çalak li ser qada siyasî dilîze, nûnerên me di Partiyên Siyasî de rê li pêşiya jinan vedike ji bo çalak be, û xebat bikin ji bo misogeriya mafê jinê di destûra Sûrî nû.

Back to top button