ManşêtNûçe

Eyşe Efendî: Şoreşa me şoreşa hemî ol û mezheb û neteweyan e

Bi dirûşma “Bi têkoşîna Hevrîn û Zehrayan dagirkeriyê birûxînin û şoreşa jinan misoger bikin” kongereya 8`emîn a Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola (Aram Dîkran) ya Çand û Hûner li Rimêlan hat li dar xistin, bi armanca nîqaşkirina rêbazên birêxistinkirina jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwegihandina hemû jinan û derbaskirina astengiyên di civakê de li pêş jinan.

Mlpera Partiya Yekîtiya Demokratîk hevdîtinek bi Eeşa Efendî hevseroka meclisa Malbatên Şehîdan li herêma Firatê; Kantona Kobanê, û wiha dest bi axafitina xwe kir:

Gelek têgehên şaş di aliyê ol û mezheban de hatin naskirin bi taybet di demê şerê dawî de li Kobanê, ku Îslama hişk bi ramana kafir û bêol li Kurd dinerî ji bo vê yekê êrîş dikir, lê YPJ’ê di şerê Kobanê ev têgeh şikenand bi taybt di hundirê mejiyê DAIŞ’ê  de.

Efendî wiha lê zêdekir:

Ev têgehên şaş ên li ser gelê Kurd bûne sedema ku ew kafir werin hesbandin, lê em tekez dikin ku gelê kurd musilmanên rast ên ku ola îslamê pêk tîne, û aliyên ku êrîşî gelê Kurd bi navê Îslamê kir binpêkirin, siyaset û kiryarê wan bi kuştin, destavêtin, binpêkirina dijmirovî, serîjêkirin, revandin û talankirin,  di encam de ola Îslam ji van koman bêsuc e, û di daliyê din de jî gelê Kurd di dema berxwedana xwe de mafên gel binpênekir , şerê kes jî nekir û revandin, talankirin û destavêtin pêk neanî.

Di derbarê sedema êrîşên biduhev bi navê Îslamê de li ser Şengalê Efendê wiha zelalkir:

Êrîşên li pey hev ê bi navê Îslamê li ser Şengalê ji hêla komên ku navê xwe dikin Îslam hat ji bo revandina û destavêtina jin bi taybet jinên Êzîdî, û bi hincet ku Êzîdî kafirin êrîş kirin

Di derbarê şoreşa demokrasyê li Bakur û Rojhilata Sûrî ku hemî têgehên şaş şikenand Eyşe Efendî got: Şoreşa me şoreşeke demokrasî û mirovî ye ku Kurd, Eerb, Suryan, Aşûr, Êzîdî û Tirkman bi hev re jiyan dikin, ji ber vê yekê şoreşa me şoreşa tenê rast li cîhanê ye, ev şoreş li ser pernesîbên demokrasiyê û azadiyê xwe dispêre, şoreşa ji bo hemî ol, ziman û netewiyan ne, şoreşa ku bi hezaran şehîdên ji hemî pêkhateyên herêmê dan, û Yekîneya Parastina Jin YPJ bi ev pirrengiya ol, entîk û mezheman bi taybet in.

Eyşe bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: Şoreşa Kobanê yê ku cîhan û mirov bi tevahî dilê xwe jê re lêxist, şoreşa xeta sêyemîn e ku heta niha em li ser wê xetê ne ji bo vê yekê em dibêjin ku mîrasê, destkeftiyê ku di dest me de heye çi di aliyê ol, mezheb de em wan biparêzin  û gel, al û ziman ku heyî em parastina wan bikin di bin felsefeya Rêber Apo de ku çawa jin, jiyan, zayîna mîladê nûkir, em li dora Rêber Apo ne heta azadiya wî .

Back to top button