Bi beşdarbûna hevserokatiya hevbeş yê ciwananên Partiya Yekîtiya Demokrat îro civîna xwe ya mehane li navenda partiyê li bajarê Qamişlo li dar xistin û bi beşdarbûna îdrî û endamên ku wê tevlî Kongreya giştî bibin, civîn bi deqeyek bêdengî dest pê kir, civîn ji aliyê heval (Sirûr El Şemerî )hat bi rêvebirin ku bi xêr hatina beşdaran kir û salvegera şehadeta heval Silêman Dadalî bi bîranî, pştire raporên mehane hatin xwendin û rewşa siyasî ya herêmê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ji aliyê heval (Henan Mamed) hat şîrovekirin, paşê nîqaş li ser kongreyê hat kirin û aliyê wê yî pratîk jê re û çawa wê ciwanên partiyê tevlî kongreyê bibin, di dawiya civînê de deriyê nîqaşê hat vekirin da ku nerînên xwe bidin.
Read Next
2024-05-04
Kantona Efrîn- meclisa Jin ya PYD civînên xwe yên berfireh li ser asta bajarok û kampan bi dawî kir
2024-05-04
Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê didome
2024-05-02