ManşêtNûçe

9 partiyên Kurdan li Swîsreyê bi daxuyaniyekê banga berxwedan û yekîtiyê kirin

Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, nûnerên 9 partî û saziyên Kurd li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Nûnerên partiyên YNK, Goran, Komele, PJAK, Partiay Komunîst a Kurdistanê, PDK-I, PDK-KUrdistan, PYD û CDK-S beşdarî daxuyaniyê bûn.

Nûnerê YNK’ê Soran Ehmed got: “Gerîlayên Kurd 50 roj in ji bo parastina xaka Kurdistanê sînga xwe kirine mertal û di cengeke dîrokî de li ber xwe didin. Weke nûner û endamê partiya YNK’ê û mirovekî Kurd, bi dil û can silav û rêzên xwe ji wan berxwedêran re dişînim. Bang li pêşmergeyên Kurdistanê dikim ku li pêşiya gerîlayên Kurd nebin asteng. Alîkariyê bi xwişk û birayên xwe re bikin û bi yek milî li hember dagirkeran bikevin çeperan.”

Hevserokê CDK-S’ê Alî Şîmşek jî bang li sazî û rêxistinên Kurdan kir û got, “Di sedsala 21’ê de dewletên navneteweyî lîstikên qirêj li dijî Kurdan dixin meriyetê. Heman hêz û hişmendî di dewrê de ne ku Lozanê dubare bikin. Lewma divê em hişyar bin. Neyar nikare Kurdan têk bibe, dixwaze Kurdan bi hev bixin û bira bi destê bira bide kuştin. Hêzên pêşmerge bila neyên lîstika neyaran û bi ser qadên gerîla ve neçin. Gerîla ji bo wan jî şer dike.”

Nûnerên partiyan hemûyan li dijî dagirgkeriyê ji bo berxwedanê bang kirin.

Daxuyanî bi xwendina sirûda Kurdî ‘Ey Reqîb’ bi dawî bû.

Back to top button