ÇalakîJinManşêt

Meclisa Jin a PYD civînek ji jinên kampa Serêkaniyê re li dar xist

Meclisa Jin ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD civîneke ji jinên kampa Serêkaniyê li dar xist, ji bo zanîna rewşa siyasî û geşdanên dawî bi awayekî giştî, û ji bo behs bikin li ser rola jinê bi taybet.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyan şehîdên azadiyê, piştre berdevka bi navê Meclisa Jin Zehra Semo li ser pêşketinên siyasî li herêmê bi giştî û gefên dewleta Tirk ya faşîzm li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya û êrîşên li ser Avaşîn, Zap û Metîna axivî.

Semo tekez kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan ew e şikandina vîna jinê ye bi hemû awayan, lê tevahiya van êrîş û armanc hatin têkbirin bi saya berxwedana ku jinan pêk tînin di kampan de, heta rizgarkirina bajarên wan û vegerin xaka xwe.

Ji hêla xwe ve Ahîn Elî endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat li ser çawanya rêxistinkirina jinê bi xwe û vegerandina ruhê têkoşînê û berxwedanê axivî.

Di dawiya civînê de beşdaran tekez kirin li ser rêxistinkirina xwe, û berxwedana bikin heta rizgarkirina bajarê wan, ji ber ku tişta ku dijmin zeîf dike ew e rêxistina jinê bi xwe.

   

Back to top button