ManşêtNûçe

Li Efrînê zêdegaviyên dagirkeran berdewam in

Salek û 3 meh kantona Efrînê piştî êrîşên hovane ji aliyê leşkerên û çeteyên dewleta Tirk ve hate dagirkirin. Dagirker bi armanca qirkirin û paqijya etnîkî, li pêşberî çavên civaka navdewletî bi kiriyarên xwe yên me mirovî li dijî sivîlan, xweza û deverên dîrokî qanûnên navdewletî binpê dike.

Binpêkirinên dagirkeran ji aliyê saziyên sivîl, siyasî û hiqûqî yên kantona Efrînê ve tên belgekirin û radestî rêxistin û saziyên girêdayî mafê mirovan û parastina şûnwaran têne kirin. Lê heta niha der barê van binpêkirinan de ti bersiv nehatin dayîn.

Dîsa jî Rûsya bersiva nameyên şêniyan nedane ku 4 caran radestî Navenda Lihevkirina ya Sûriyê li Helebê kirin, da ku dawî li dagirkeriya Tirk Efrînê bi dawî bikin.

Di vê raporê de em ê balê bikşînin ser binpêkirinên dagirkeran di meha Hezîranê de ku ANHA‘yê belge kirin e.

Revandin

Li Efrînê bi hezaran sivîl ku salek hatin revandin aqûbeta wan ne diyar e, hîne jî rojane sivîl tê revandin.

Hêzên dagirker di Cotmeha 2018‘an de welatiyê bi navê Hisên Hemo (30) û di Gulana 2018‘an de Miqdad Şêx Zeynel ji gundê Çeqla û Westanî yên navçeya Şiyê revandine û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn.

11‘ê Hezîranê îsalê, welatyên bi navê Ceger Hebeş û Nişet Ebdulrehman Cano ji gundê Hebo yê navçeya Mabatayê hatin revandin.

Di roja 19‘ê Hezîranê de, çeteyan şêniyên “Îbrahîm Xelîl Cemkê, Mustefa Reşîd Yûsif, Zekeriya Îbarhîm Naso, Mihemed Ehmed Hebeş, Seyîd Abdîn Cemkê, Nesret Eyntabî Mihemed, Reşd Nûrî Hebeş ên ji gundê Ereba yê Mabatayê revandin.

Leşekerên artêşa dagirker a Tirk, sivîlên bi navê Fîras Îzet Henan, Elî Henîf Umer, Mustefa Behcet Yûsif revandin. Hin çavanî texmîn dikin ku wan şandibin Tirkiyê.

Leşkerên artêşa dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li gundên Keferdil, Telef, Keferzeyt, Gaziya, Kefreya û hin gundên din ên navçeya Cindirêsê girtin ser malên welatiyan.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan bi me re parve kirin, di sergirtina malan de şêniyên bi navê Dijwar Mecîd ê ji gundê Telef, Zuhêr Ezîz, Elî Gulê Xeyrî, Ednan Ebdo Hemo, Mihemed Ferîd, Xelîl Hesen Ebdo, Mihemed Hesen, Umer Mihemed Hesen, Beşar Mihemed Hesen, Ebdo Mehmûd ên ji gund1ê Keferzeyt hatin girtin.

Di 21‘ê Hezîranê de çeteyan şêniyên bi navê Mesûrd Ehed Hacî û kurê wî li Gola Meydankê revandin.

Aqûbeta zarok Mihemed ne diyar e

Revandina 3 sivlên Efrînî di nav de Mihemed ê 9 salî li bajarê Efrînê hîna nehatiye jibîrkirin. Çeteyan bavê Mihemed, Reşîd Hemîd Xelîl ê ji Cindirêsê kuştin.

Nîşaneyên reş li malan tên dayîn

Çeteyên koma “Emşat” li gundên navçeya Şiyê malan desteser dikin û nîşaneyên reş li ser datînin da ku nehêlin tu kes nêzî malan bidin.

Çavkaniyekî diyar kir ku çeteyan niştecihên Kurd ji malên wan derdixînin û nîşaneyên reş li ser malên wan xêz dikin.

Bacan li hilberînên genim û ceh ferz dikin

Çeteyên dagirkeriya Tirk bac li hilberînên ceh û genim li şêniyên gundên Efrînê ferz dike. Çeteyên  “Silêman Şah” jî nahêle şêniyên gundê Qermitliq zeviyên xwe ji kaniya ku ji çiyayê Erendê diherike av bidin. Tenê dihêle kesên zeviyên şêniyan desteser kirine û ne ji herêmê ne, zeviyan av bidin.

Her wiha çeteyên ” Silêman Şah” tevahiya pîvanên exlaqî derbas kirin û ji malbata şêniyê bi navê Hisên Xoce yê ji gundê Çeqela Jorîn ê ku ji sê mehan ve li kantona Şehbayê wefat kiriye, xwest ku fîdye bide ji ber ku Hisên Xoce di komîna gund de kar kiriye.

Şewitandina hezar û 500 darên zeytûnan

Çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk bi zanabûn agir bi çiyayên Kenhefter, Taqazîra, Hiniye Ebde û Yaxmûr Dada ku dikevin gundê Badîna yê navçeya Mabatayê xistin, heya bighêje nêzî gundên Derwîş û Mûskê. Her wiha agir gihaşt zeviyên zeytûnê û di encamê de hezar û 500 dar şewitîn.

ANHA

Back to top button