DaxuyanîManşêtNûçeyên Lezgîn

YPJ: Em şopdarê şehîdên Qereçoxê ne

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi minasebeta salvegera êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li hember Qereçoxê daxuyaniyeke nivîskî da. YPJ’ê şehîdên Qereçoxê bi bîr anîn û diyar kir ku dewleta Tirk di 24’ê Nîsana 2017’an de êrîşî Qereçoxê kir lê belê tola şehîdên Qereçoxê, bi têkbirina çeteyên DAIŞ’ê hildane.

Di daxuyaniya YPJ’ê de wiha hate gotin:

“Bi têkbirina DAIŞ’ê me tola şehîdên Qereçoxê hilda.

Em di şexsê şehîdên Qereçoxê de, hemû hevrêyên xwe yên şehîd, yên bi fedakariyeke mezin, bi bîr û baweriyeke bêdawî, bi israra di tekoşînê de li ber xwe da, bi hêviya yan serkeftin an serkeftin ku di her kêlî û demê de di oxira parastina gelê xwe, welatê xwe û hevrêyên xwe de, xwe feda kirin, bi bîr tînin, soza me daye wan careke din nû dikin.

Sala 2017’an ji bo têkoşîna me ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê saleke girîng bû. Piştî rizgarkirina Kobanê û Minbicê, em êdî diketin pêvajoyeke nû ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê. Di demeke wisa de dewleta Tirk, ji bo li pêşiya vê têkoşîna me bibe asteng bi awayekî hovane û dijmirovî biryargeh û saziyên biryargehên hêzên me di şeva 24’ê Nîsana 2017’an de, li Qereçoxê kir hedefa xwe û êrişeke hovane pêk anî. Ev êrîş parçeyek ji plana dewleta Tirk a dagirkirina xaka Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bû. Dewleta Tirk, ji bo dagirkirina xaka Sûriyê, bi taybet Rojavayê Kurdistanê di raya giştî de rewa bike, li gel hevkarên xwe ev êrîş plan kir û pêk anî. Armanc ji vê êrîşê cuda bû, lê dewleta Tirk û hevkarên wê bi ser neketin.

Me di vê êrîşa hovane de gelek hevrêyên hêja winda kirin. Gelê me bi fedakariyeke mezin xwedî li şehîdên xwe derket. Gelek ji wan hevrêyên me di şer û pêngavên cuda yên li dijî DAIŞ’ê de cihê xwe girtibû û fedakariyên mezin kiribûn. Heval Ararat, jiyan û Rûstem bi rihekî fedaî û bi sekneke bibiryar di şerê Kobanê de cih girtibû. Heta dawiyê li ber xwe dan û kedeke bêhempa ava kirin. Heval Nûda, Şîlan, Sozdar, Awaz, Zîlan, Destan, Arjîn, Şîlan Kobanê û 10 rêhevalên me yên din, bi dilpakî û eşqa jiyan û welatê xwe, di qadên cuda yên şer de cih girtibû. Her yek ji wan bi erk û berpirsyariyên cuda rabûn û bûn parçeyek ji şoreşa mirovahiyê.

Dewleta Tirk bi vê êrîşê, xwest çavê gelê me bitirsîne, bi me gav paşde bide avêtin. Lê berovajî, şehadeta wan hevalên me hêrsa me li hemberî dijmin mezin kir û biryardariya me li hemberî çeteyên DAIŞ’ê xurttir kir. Rizgarkirina Reqayê ji DAIŞ’ê, destpêkirina pêngava bagera Cizîrê û herî dawî pêngava şerê qedandina DAIŞ’ê bûn bersivên herî mezin ji dewleta Tirk û komên wê yên çete re. Soza me dabû hevrêyên xwe yên li Qereçoxê şehîd bûn û hemû şehîdan me îro di têkbirina DAIŞ’ê de, bi cih anî. Her şervaneke me soza tolhildanê dabû gelê xwe ku xwîna van hevalan li erdê nehêlin. Me ev biryardarî û soza tolhildanê di Berxwedana Serdemê û di şerê li Baxoza de pêk anî.

Em wek YPJ’ê careke din dibêjin me ev êrîşa hovane ji bîr nekiriye. Dagirkirina Efrînê, talan û komkujiyên dewleta Tirk pêk tîne wê hesabê wê giran bide. Em wek hêzên YPJ’ê çawa me di 7 salên derbasbûyî de li kêleka gelê xwe têkoşîn kir û şer li hemberî hemû komên çete yên derketin meşand, wê ji niha û pê ve jî têkoşîna me berdewam bike. Em xwe ji vê re amade dikin. Têkoşîna me bi dawî nebûye, hîna gelek xetere, plangerî li ser destkeftiyên me hene. Ji bo em van vala derxin, em ê têkoşîna xwe bilind bikin, berdêl çi dibe bila bibe em amade ne bidin.

Li ser vê bingehê careke din em hemû hevrêyên me yên li Qereçoxê şehîd bûne, bi bîr tînin. Di şexsê wan şehîdan de soza şopandina rêya hemû şehîdên di oxira têkoşîna azadiya gelan de canê xwe feda kir, nû dikin.”

ANHA

Back to top button