HevpeyvînManşêtNûçe

Aldar Xelîl; Rûsiya xwedî helweste ku piştgriya dagirkeran li Efrînê bike

Em weke malpera PYD rojava hevdîtin bi Berpirsê Buroya Têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di derbarê hin mijarê ku di rojavê de weke Esîtana, Efrîn, Idlib, me kir.

Xelîl di destpêka gotina xwe de got; Esîtana ev çend car li hevdû rûdinên lê heta niha di Estana de ti lihev kirin  ku têkeve bin xizmet û berjewendiyên gelê Sûriyê de derneket herdem Rûsiya,Turkiya ,Îran ev hêzanan heta bi rêcîmê re ,li gorî çawa karibin berjwendiyên xwe li vî welatî biparêzin wisa hatiya meşandin ji ber vê yekê jî anha ti hêviyên ku di riya van civînan de tiştekî ji  bo berjewendiyên gelê Sûriyê pêşkeve tuneye .

Xelîl di derbarê mijara Idlibê de got; Lihevkirina wan ji bo Idlibê yan jî ji bo herêmên kêm şer heta radeyekê hatin lê ew dîsa ketin bin xizmeta Tirkan de, bin xizmeta cebhet el nusra ,xizmeta rêcîmê de her yek ji wan di xwest bandora xwe biparêze ,ana di mijarê  wisa tiştek diyar bibe ku hemla leşkerî dest pê bikin û vanê din jî ji  Idlibê derxînin nexwiyaye li ber çave  ji ber ku hîna biryara ku lihev kirina di encama Rûsiya û Tirkiya de çêbû û herêm hatin dagirkirin, Efrîn hat dagirkirin berî  wê jî Idlib û Ezaz hat dagirkirin,piştre li Idlib ev sîystem hat çêkirin ji bo ku hemle dest pê bike divê li van herêman tevan de lihevkirin çêbibe weke em bêjin wê Efrîn çi qedera wê be,  Cerablis û Bab wê çawa be ,Idlib wê çawa be, ev hêzên ku tê de wê bi ku ve herin ,di van mijaran  hîn li hev nekirine û hîn lihevkirina Rusiya û Tirkiya berdewame ,heta ku lihevkirina wan  bi vî rengî berdewam be wê wisa guhertin tê de çênebin ,dibe ku ji bo hinek herêmên teng ji bo hinek pîlanên bi cîbûna hêzên leşkerî ,hinek gwihertinên biçûk çêkin lê ku naghê wê asta ku hemû deveran rêzgar bikin yan jî ji destên wan girûpan rizgar bikin anha  ne ber biçave .

Xelîl di gotina tekez kir ku; Rûsiya niha bi Turkiya li hev kiriye û ev tiştê ku niha pêk tê perçak ji ew lihevkirina ser Efrînê kir ne û hîna jî ew bendên ku ji bo Efrînê lihev kirbûn hîn li ser wan dixebitin ,yek  ji wan bendan têkilî di navbera Enqera û samê de dîsa ava bibe û bendek din jî di bêje girêdayî mijarên hebûna Rûsan û bazirganiya di nav bera Turkan û Rûsan her wiha bazirganiya leşkerî

dibe ku li gor wê lihvekirinê Rûsiya hindek gavên xwe li paş bavê ew jî dixwaze ji bo mijara mûşekan de rê ji Turkiya re veke  ku bi paş ve venegere zextên Nato û Emêrkan li ser Tirkan hene ku dixwaze  wê xurt bike.

Xelîl di berdewamiya gotina xwede got; Rûsiya hîna xwedî helweste ku piştgiriya dagirkirya ku li ser Efrînê dike, hîn helwestên xwe neguhertiye ,heta niha jî tiştê ku dike di be sedem ku Turkiya xuirt bibe ,Êdî Erdogan dîwarekî  di herêmê de çêdike ,Du armancên wê hene yek ji wan xalên xwe yên leşkerî biparêze ,ya din jî hêdî hêdî Efrîn ji Sûriyê qut bike  pîlana wê eve û heger Efrîn zû rizgar nebe wê çaxê wê Turkiya wek ku çawa Lîwa’el askenderon ji Sûriyê qut kir wê Efrîn jî wisa qut bike ,lê bê guman divê em herdem di nava kar û xebat debin ku em nehêlin ev tişt bighê serî û em Efrîn zû rizgar bikin û nehêlin Turkiya pêlanên xwe bi cih bîne.

Back to top button