ÇalakîLêkolînPYD

Şandeyek ji nivîsgeha têkiliyên PYD serdana rûsipiyên eşîrên navçeya Til Koçer dikin

Şandeyeke ji nivîsgeha Partiya Yekêtiya Demokrat PYD serdana navçeya Til Koçer kir û hevdîtin bi rûsipiyên eşîrên re ereb kirin.

Şandeya partiyê ji endamê nivîsgeha têkiliyên giştî ya herêma Cizîrê Dr,Luqman Ebdullah û Ednan Ferman û endamê Meclisa giştî Mehmûd Hemê pêk hat.

Îbrahîm Hamid Sihêman, Hêcil Iweyid El-Rekad, Taha Selama Selmo hevserokê nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrat li Til Koçer, Newaf Fehed Xedan hevserokê hevbeş yê meclisa navçeya Til Koçer, Hisên Elî Xelef rêveberiyê nivîsgeha rêxistinî di Partiya Yekîtiya Demokrat navçeya Til Koçer û Rewda Mihemed Silêman hevserokê nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokrat li Til Koçe, pêşwaziya şandeyê kirin.

Her du aliyan pêşketinên siyasî li ser asta Sûriyê bi giştî, û li ser asta bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet nîqaş kirin.

Însiyatîfa Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û giringiya pîştgirî û alîkariya vê insiyatîfê li ser tevahiya astan hat behs kirin.

Endamên nivîsgeha giştî ya partiya Yekîtiya Demokrat diyar kirin ku armanca wan ji van serdanan lêkolînkirina pêşketinên siyasî bi tevahiya pêkhateyên civakê di bakur û rojhilatê Sûriya re, guhdar kirina nêrîn û helwstên rûsipiyan derbarê gelê bakur û rojhilatê Sûriya û lêkolînkirina şêwazên xurtirina têkiliyên biratiyê her wiha xurtkirina riyên parastina destkeftiyên gelê herêmê bi giştî.

Back to top button