ManşêtNûçe

KCK: Divê Iraq dawiyê li dorpêçê bîne û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike!

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî dorpêça li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek nivîskî da. KCK’ê anî ziman ku divê Iraq dawiyê li dorpêçê bîne û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bike.

Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:

“Dewleta Iraqê, ketiye hewila girtina dorê li wargeha Mexmûrê ya penaberan û ji wê boneyê li wargehê rê li ber rageşiyê vebûye. Tê gotin ku rageşî di navbeyna xelkê wargehê û hêzên dewleta Iraqê de berdewam e û du welatparêz birîndar bûne. Me hêvî ew e ku her du welatparêzên birîndar bi lez û bez baş bibin. Dewleta Iraqê divê dawiyê li dorpêça xwe ya berpêyî wargeha Mexmûrê ya penaberan bîne û rageşiyê bi dawî bike. Dewleta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan, ne hêza leşkerî, dorpêç û ferzkirinê, lê diyalogê ji xwe re bike esas. Tu pirsgirêka xelkê wargeha Mexmûrê bi dewleta Iraqê re nîn e û tu pirsgirêka dewleta Iraqê ku bi xelkê wargehê re çareser neke nîn e.

Statuya kesên li wargehê dijîn, penaberiya siyasî ye û divê li gor vê hiqûqê nêzîkahî li wan bê kirin. Îdiayên dewleta Tirk ên berpêyî wargeha Mexmûrê ya penaberan, ne rast in. Wargeha Mexmûrê, wargeheke sivîl e. Kesên li vê wargehê dijîn, ji ber zilma dewleta Tirk, terka cih û warê xwe kiriye û li Iraqê bi cih bûne. Xelkê wargehê, xeta bi niha rû bi rûyê gelek dijwariyan bûye, lê bi vîn û têkoşîneke xurt li dijî dijwariyan li ber xwe daye. Bi dehan sal in wargeha Mexmûrê, di çarçoveya zagonên NY’yê yên têkildarê penaberan de, bûye xwediya statuyeke fermî. Anku wargeha Mexmûrê ya penaberan, bi hiqûqî di bin parastina NY’yê de ye. Ve rewş û statuya wargehê berdewam e. Ji ber vê hiqûqê ye ku berpirsyariyên dewleta Iraqê yên berpêyî wargeha Mexmûrê ya penaberan hene ku divê bi cih bîne. Berpirsyariya dewleta Iraqê li gor zagonên NY’yê, parastina can û malê penaberan e û divê di mijarên mirovî yên bingehîn de bi penaberan re bibe piştgir. Dewleta Iraqê, bi kêmanî be jî heta bi niha li gor vê berpirsyariyê tevgeriyaye û heta bi niha di navbeyna dewleta Iraqê û wargeha Mexmûrê ya penaberan de tu pirsgirêk çênebûne.

Lê salên dawîn, ji ber zextên dewleta Tirk ku zêde bûne, hem NY hem jî dewleta Iraqê, bi berpirsyariya xwe ranabin. Tevî wargeha Mexmûrê ya penaberan, di bin parastina NY’yê de ye, Nûnertiya NY’yê ya Iraqê bi berpirsyariya xwe ranabe. Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên berpêyî wargehê bi tu helwestê ranabe. Heta niha ji ber êrîşên dewleta Tirk bi dehan kes ji wargehê birîndar bûne û jiyana xwe dest dane. Lê Nûnertiya NY’yê ya Iraqê, li hember vê tu helwest nîşan nedaye, bi erka xwe ranebûye û bi ser de êrîşên dewleta Tirk rewa dike. Dewleta Iraqê jî bi helwesta xwe ya vî çendeyî, dibe piştgira planê dewleta Tirk ê rakirina ji holê ya wargeha Mexmûrê ya penaberan. Divê dewleta Iraqê, vê helwesta xwe ya neyînî biguhêre, ne li gor zextên dewleta Tirk, lê li gor berpirsyariya xwe tevbigere. Îdiaya dewleta Tirk ku wargeha Mexmûrê wargeheke leşkerî ye, ne rast e. Dewleta Tirk, bi îdiayên ne rast ên wiha, dikeve hewila rewakirina vê dorpêçê.

Divê dewleta Iraqê li gor van îdiayên bêesil û fesil tevnegere. Divê pêşbîniya çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danîna pêwendiyê bi xelkê herêmê re, bi axavtin û niqaşê bike. Em bawer in mirov dikare pirsgirêkên heyî bi diyalogê çareser bike. Hêviya me ew e ku nêzîkahiyeke di vê çarçoveyê de esas bê girtin û pirsgirêk çareser bibin. Di serî de NY, me bang li saziyên navneteweyî jî ew e ku li dijî ferzkirinên ji ber zextên dewleta Tirk, bi berpirsyariya xwe rabibin. Têkildarê wargeha Mexmûrê ya penaberan, bêyî ku rageşî û pevçûn çêbibin, dewleta Iraqê û NY bi berpirsyarî tevbigerin. Saziyên navneteweyî yên fermî û saziyên civakî yên sivîl ên demokratîk jî, ji bo pirsgirêkên têkildarê wargeha Mexmûrê ya penaberan ku li gor zagonên NY’yê di statuya penaberiyê de ye, hestewar bin û hewil bidin.

Divê gelê Kurdistanê û hêzên demokratîk, bi helwesta xelkê Mexmûrê ya bi mafdarî re ku rê nade tu provokasyonê, bibin piştgir û xelkê wargehê bi tenê nehêlin. Piştevaniya gelê Kurdistanê yê welatparêz û derdorên demokratîk a bi wargeha Mexmûrê re, gelek giring e.”

ANF

Back to top button