ManşêtNûçe

​​​​​​​QSD: Em ê heta pêkanîna armancan piştgiriya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bikin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da. QSD’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku li gorî plan û armancên fermandariya pêngavê pêk tê.

Di daxuyaniya QSD’ê ev hate gotin:

“Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li dijî şaneyên DAIŞ’ê yên terorîst û ji bo ziwakirina jîngeha tundrawiyê li kampa Holê daye destpêkirin, kete roja xwe ya 22’yan. Ew pêngav li gorî plan û armancên fermandariya pêngavê di destpêkê de danîne, pêk tê.

Hêzên me ku piştgiriya xwe ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re ji bo vê pêngavê ragihandiye, nirxandinên destpêkê yên encamên pêngavê û pêwîstiyên ji bo berdewamkirina wê ji bo astengkirina şaneyên terorîst, kes û rewşên ji bo kiryarên wan dibin guncaw pêk anîn. Hêzên me diyar kir ku ew pabendî erkên xwe yên destekdayîn û piştgiriyê ne, heta pêkanîna hemû armancên pêngavê û zextê li şaneyên DAIŞ’ê yên li kampê yan jî li derveyî wê dibe bi rêya operasyonên îstîxbaratî bi beşdariya Koalîsyona Navneteweyî dikin, da ku ew şane werin girtin û lêpirsînkirin.

Niştecihên kampê yên di demên berê de rastî zilma şaneyên DAIŞ’ê û jinên wê hatine, mafdar in ku hemû tedbîrên ewlehiyê ji wan re werin girtin û pêdiviya wan bi girîngiya civata navneteweyî heye.”

ANHA

Back to top button