ÇalakîManşêt

Jinên PYD’ê beşdarî civîna jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bûn

Li ser vexwendina Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê jinên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdarî civîna Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya li Minbicê bûn.

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Roja Çarşemê 14.09.2022, beşdarî civîna Meclisa Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li navenda çand û hunerê bû di bin navê “Bi rêveberiya jin em Sûriyeya paşerojê ava dikin” bi beşdariya hemû komîteyên jinan di saziyên sivîl de û partiyên siyasî.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, û piştre rêveberiya nivsgeha rêxistinê “Asiya El-Hisên” rewşa siyasî û pernesîpan şîrovekir.

Herwiha rêvebera Meclisa Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê “Ibtisam Ebdulqadir” bixêrhatina beşdaran kir.

Ji aliyê xwe ve, -seroka berê ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê- “Ezab Ebûd” gotûbêja li ser rewşa jinan û êşa jinan nîqaş kir.

Di dawiyê de der barê astengiyên ku jin di jiyana sivîl de rû bi rû dimînin û rêyên çareserkirin û pêşîgirtina li van astengiyan derî ji nîqaşan re hate vekirin.

 

Back to top button