ManşêtNûçe

Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û siyasî: Ji bo pirsgirêka Kurd divê rêyên çareseriyê vebin

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di salvegera 36’an a Komkujiya Helebce de li oteleke li Amedê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ lidar xist. Konferans du rojan dewam kir. Siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, parêzvanên mafên mirovan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û rojnamevan beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de ji bo çareseriya meseleya Kurd û rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, bang hatin kirin.

Rêxistinên civakî yên sivîl û siyasî yên beşdarî konferansê bûn, têkildarî pirsgirêka Kurd û tecrîda li ser Rêberê  Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivîn.

Serokê Şaxa Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz anî ziman ku ew ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatine ba hev û wiha got: “Em li vir armanc dikin ku meseleya Kurd bi rê û rêbazên demokratîk û di çarçoveyeke ku rêz nîşanî mafên esas û azadiyan bide de, çareser bikin. Têkildarî vê yekê weke komele gelek xebatên me hene. Armanca me ya hevpar çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ev rewş tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nîne. Meseleya Kurd êdî veguheriye pirsgirêkeke navneteweyî. Em ji bo çareseriya vê pirsgirêkê nîqaş dikin.”

HINGÎ KU GOTINÊN ABDULLAH OCALAN NAYÊN KIRIN, ŞAŞITÎ TÊN KIRIN

Nivîskar Celalettîn Can ragihand ku tecrîd û pirsgirêka Kurd bi hev ve girêdayî ye û got: “Yê ku pêvajoya çareseriyê ya berê anî rojevê û ber dayiyê, Birêz Ocalan bi xwe bû. Têkildarî her mijarê pir serwer bû û tespîtên gelekî xurt dikirin. Mixabin di wê pêvajoyê de hingî ku gotinên Birêz Ocalan nedihatin kirin, şaşitî dihatin kirin. Ez bûm şahiyê bûyeran. Mixabin hikûmetê pêşî li çareseriyê girt. Nasnameya Birêz Ocalan a muxabat û çareseriyê, hikûmet nerehet kir. Birêz Ocalan pir rast û baş ber dida her tiştî. Eger car din pêvajoyeke aştiyê destpê bike, muxatabê herî mezin Birêz Abdullah Ocalan bi xwe ye. Di nava me de yekane kesê herî bi tecrube û herî rast difikire, Birêz Ocalan e.”

 

Back to top button