ManşêtNûçe

Li Parîsê resepsiyonek bi boneya Newrozê pêk hat

Bi boneya cejna Newrozê li Parîsê resepsiyonek ji aliyê Konseya Kurd a Demokratîk CDK-F ve hate lidarxistin.
Di resepsiyonê de, peyama serokkomarê berê yê Fransayê hate xwendin û tê de wiha hate gotin: “Berxwedana gelê Kurd îlhamê dide me.”

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa CDK-F bi boneya Cejna Newrozê resepsiyonek li paytexta Fransa Parîsê orgenîze kir.

Di resepsiyonê de gelek Kurd û Fransî, kesayetên navdar, serokkomarê berê yê Fransayê Françoîs Hollanda û fermandarê YPG’ê Nûrî Mahmûd amade bûn.

”Armanca me pêşxistina diyaloga navbera çandan de ye”

Di resepsiyonê de, Berdevkê Têkiliyên Derve yê CDK-F’ê Egît Polat axivî û diyar kir ku Newroz di demên dawiyê de li Tirkiyê qedexe bû û got:

“Piştî têkoşîn û berxwedanek efsanewî îro roj em dikarin Newrozê li her dera em lê ne pîroz bikin.

Weke civaka Kurd em dixwazin girêdayî kok û çanda xwe bin.

Em êşa êrişên terorîstî yên li ser Fransayê ji kûr ve hîs dikin.

Armanca me ev e ku em diyaloga navbera çandan de pêş bixin.”

”Divê em têkoşîna li dijî hêzên paşverû pêş bixin”

Ji fermandarên YPG’ê Nûrî Mehmûd jî bal kişand ser polîtîkayên herêmî yên li hemberî Rojava.

Nûrî Mehmûd îşaret bi Tirkiyê û Îranê kir û got:

“Hem Îran hem jî Tirkiye ji bo kûrkirina kaosa li Rojava û Sûriyê her tevdigerin.

Em li dijî wê li herêmê siyaseta rêya sêyemîn pêk tînin. Ev polîtîka derfetê dide hemû cihêrengî û çandan ku bi hev re bijîn.

Divê em hevgirtin û têkoşîna hevpar a li dijî van hêzên paşverû pêş bixin.

”Berxwedan û têkoşîna we îlhamekê dide me”

Her wiha peyama serokkomarê berê yê Fransayê Françoîs Hollande hate xwendin.

Di peyamê de Olond wiha gotibû:

“Ez dizanim ku dema gelê Kurd Newrozê pîroz dikin, ne tenê sersalê pîroz dikin, di serî de bindestiyê red dikin û soza xwe ya azadiyê dubare dikin.

Di parastina nirxên xwe yên bingehîn de, cesareteke mezin nîşan didin û em ji wan îlhamek xurt digrin.

Hevrêyên hêja, ez ji we re saleke nû ya xweştir û aramtir dixwazim.

Îro dilê gelekan ji me bi we re lê dide.”

Ronahî

Back to top button