ManşêtNûçe

Nûnerê bilind yê Amerîkayê li Bakur û Rojhilatê Sûroyê bi Partiyên Yekîtiya Niştimanî re civiya

Duh duşemê, Nûnerê bilind yê Amerîkayê li Bakur û Rojhliatê Sûriyayê Nicholas Granger, li navenda giştî ya Partiya Yekîtiya demokratîk PYD li bajarê Qamişlo bi partiyên Yekîtiya Niştimanî re, civiya.

Di hevdîtinê de, herdu aliyan rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybet û geşedanên û guhertinên li herêm hatin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan bal kişandin ser hesasiyeta qonaxa li bakur û rojhilatê Sûriyê li hember zêdekirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê, herwiha tiştê li bakurê rojavayê Sûriyê diqewime bi kontrolkirina Cebhet El-Nusra ya terorîst li ser Efrîna dagirkirî, û berdekên wê li ser aloziya Sûriyê bi giştî.

Partiyên Yekîtiya Niştimanî daxwaz ji nûnerê Amerîkayê kirin ku helwesta Amerîka li hember dagirkeriya Tiriyê cidîtir be, û roleke bi bandortir di çareserkirina krîza Sûriyê de hebe.

Ji aliyê xwe ve, nûner Nicholas Granger tekezî li ser piştevaniya welatê xwe bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê li dijî terorê de kir.

Her du alî li ser mijara diyaloga kurdî-kurdî jî gotûbêj kirin û nûnerê Amerîka tekez li ser wê yekê kir ku hewlên hevpeymaniya navdewletî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê giraniyê bidin ser dabînkirina aramiyê li herêm û piştevaniya zêdetir di warên geşepêdan û aramiyê de.

Back to top button