ManşêtNûçe

​​​​​​​Rayedarên Katalon: Divê biryara naskirina Rêveberiya Xweser bê xurtkirin

Nûnerên Rêvebeirya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Ewropayê di hefteya borî de gelek hevdîtinên diplomatîk û siyasî yên girîng li herêma Katalonya ya Spanyayê pêk anîn ku bi biryarên girîng bi encam bûn.

Di şandeya Rêveberiya Xweser de, nûnerên Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê Cîhad Omer û nûnerên Rêveberiya Xweser ên dewletên Skandinavya Şiyar Elî hebûn. Hemwextî salvegera yekemîn a naskirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna hebûneke siyasî ji hêla herêma Katalonya ya Spanyayê ve ev serdan pêk hat.

Şande bi berpirsê Têkiliyên Derve yê hikumeta Katalonya Miquel Royo, Desteya Serokatiya Parlamanetoya Katalonyayê, cîgirê serokê parlamentoyê Alba Verges, Ruben Wagensberg, Carls Riera û Aurora Maduela re civiya.

Şandeyê spasiya parlamento, gel û hikumeta Katalonyayê li ser biryara wan a dîrokî ya naskirina Rêveberiya Xweser weke hebûneke siyasî, kir. Vê biryarê bandoreke erênî ya mezin li gelê Kurd û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

‛ÊRIŞÊN DAGIRKERIYA TIRK ŞERMEZAR KIRIN’

Têkildarî mijarê Ebdulkerîm Omer ji ANHA re  axivî.

Ebdulkerkîm Omer di destpêka axaftina xwe de got: “Em spasiya Parlamentoya Katalonyayê dikin ku êrişên dewleta Tirk a dagiker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirine. Parlamentoya Katalonyayê careke din ji hikumetê û hemû saziyên Katalonyayê xwest ku têkiliyên xwe bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re geş bikin û pêş bixin.”

Omer wiha domand: “Ji berpirsê Têkiliyên Derve û parlamentoyê re rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, astengiyên siyasî, aborî, mirovî û ewlehiyê yên li hember Rêveberiya Xweser derdikeivn, êriş û gefên dewleta Tirk û projeyên wê yên nijadperestî û guhartina demografiya herêmê hatin nirxandin.”

Omer destnîşan kir ku berpirsên Katalonyayê kêfxweşiya bi serdana şandeya Rêveberiya Xweser re anî ziman û wiha pê de çû: “Berpirsên Katalonyayê diyar kir ku ew amade ne bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê re têkiliyan pêş bixin û geş bikin, serdanên dualî pêk bînin û dest bi gavên pratîk ji bo pêkanîna biryara parlamentoya Katalonyayê bikin. Berpirsan pesna Rêveberiya Xweser ku projeyeke demokratîk e da ku tê de hemû pêkhate beşdar in, bi taybet rola pêşeng a jinan.”

Parlamentoya Katalonyayê di 20’ê Cotmeha 2021’an de Rêveberiya Xweser weke hebûneke siyasî nas kir û got; “Em Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê weke hebûneke siyasî li ser bingeha konfedralîzma demokratîk nas dikin û bang li saziyên Katalonyayê dikin ku têkiliyên saziyane bi vê rêveberiyê re deynin.

Her wiha bang li hikumeta Katalonyayê kir ku rojvekê ji hemû rêveberî, blok û civata sivîl re amade bike ku tora piştgiriyê geş bibe.”

Di biryara naskirina Rêveberiya Xweser de ji hêla Parlamentoya Katalonyayê ve 4 bendên sereke hene. Benda yekem; naskirina Rêveberiya Xweser weke hebûneke siyasî. Ya duyem; lidarxistina têkiliyên aborî bi Rêveberiya Xweser re û naskirina pergala siyasî weke konfedralîzma demokratîk. Ya sêyem; destekdayîna Rêveberiya Xweser di xebata jinûve avakirinê de, pêşkêşkirina alîkariyan ji koçber û penaberên li kampên Rêveberiya Xweser re. Ya çarem; Divê hikumeta Katalonyayê bi awayekî lezgîn bendên biryarê pêk bîne.

Şandeyê serdana Enîstîtuya Katalonyayê ya Aştiyê ya Navneteweyî jî kir û bi girînendeyê wê yê giştî Kristian Jepsson re civiya, her wiha serdana Ajansa Hikumeta Katalonya ya Hevkariyê kir û bi gerînendetiya wê re Yoya Alcoceba re civiya. Serdana saziya Fon Katalon, şaredariyên Tarragona û Berga, partiyên siyasî û hin saziyên civaka sivîl kir.

Back to top button