ÇalakîManşêt

Ji bo xurtkirina têkiliyan.. Şandeke ji têkiliyên PYD bi Tevgera Xwebûn re civiya

Duh Duşemê, şandeke ji têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) serdana nivîsgeha Tevgera Xwebûn li bajarê Qamişlo kir.

Şandeya partiya me ji “Erîfe Bekir” hevseroka nivîsgeha têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat, “Şadiya Omer” endama têkiliyên jin û “Ednan Ferman” endamê nivîsgeha têkiliyên partiyê pêk hat.

Ew ji aliyê “Ebdul-Baqî Yusuf Sirûr”, “Ebdulkerîm Ateh”, “Heybat Nima”, “Husên Îsmaîl” û “Şehbaz Îsmaîl Henadî” yên endamên Tevgera Xwebûn ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdanê de geşedanên dawî yên siyasî li ser qada Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî hatin gotûbêjkirin.

Herdu aliyan bal kişandin ser çawaniya xurtkirina têkiliyên di navbera tevger û partiyên siyasî de, bi taybetî di vê qonaxa hestiyar de yên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de derbas dibin.

Di dawiya serdanê de, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya serdanan di navbera xwe de kirin, ji ber ku ev serdan giring in ji bo parastina destkeftan bi riya yekkirina helwestên siyasî li hember pîlanên ku li dijî herêmên me tên kirin.

Back to top button