ManşêtNûçe

Li navçeya Serdeşt a Şengalê konê berxwedanê hat danîn.

Li navçeya Serdeşt a Şengalê bi boneya piştevaniya berxwedana xelkê Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) re konê berxwedanê hat danîn. Konê berxwedanê bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hat danîn û çalakiya kon heta bi du rojan bidome.

Di roja yekem a çalakiya konvedanê de nûnerên sazî û rêxistinên li Şengalê serdana konê berxwedanê kir û berxwedana xelkê Mexmûrê silav kirin.

li ser navê Meclîsa Xweser a Demokratîk û TAJÊ daxuyanî hat xwendin. Endama TAJÊ Kinê Xidir daxuyanî xwend. Xidir, berxwedana xelkê Mexmûrê silav kir û got: “Divê Iraq dev ji planên xwe yên qirêj berde. Ji serê Çiyayê Şengalê heta Mexmûrê em berxwedana gelê xwe silav dikin. Heta dawiyê em ê bi gelê xwe yê berxwedêr re bin. Êşa me yeke. Malbata Barzanî û Erdogan li ser Kurdan planan çêdikin û bi rêya Iraqê dixin dewrê. Ev rûreşiya dewleta Iraqê ye. Tişta ku li Mexmûrê tê xwestin bê kirin, li tu hiqûqa cîhanê de cihê xwe nîne. Ev pêkanîn nayê qebûlkirin. Xelkê mexmûrê bi salan e li ser vê axê koçber bûne û li cihê ku jiyan lê nabe, jiyanek nû afirandîne. Niha jî ev gel di hedefa dijmin de ye.“

Xidir anî ziman ku Wargeha Mexmûrê cihê berxwedanê ye û wiha got: “Yek ji cihên ku li ber êrîşên DAÎŞ’ê rabû û li ber xwe da Wargeha Mexmûrê ye. Planên tên xwestin li Şengalê pêkbînin û hewla dorpêçkirina li Mexmûrê ji hev ne cuda ye. Dixwazin gel dev ji doza xwe berdin. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin hemû hêzên xwe paş de bikêşin û dev ji van planên xwe yên qirêj berdin.“

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Mexmûrê“ bi dawî bû.

 

 

Back to top button