ManşêtPYDSûriya

Rewşenbîrên Herêma Cizîrê konferansa xwe ya 5’emîn li dar xist

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê  di bin dirûşmeya “Civaka Rewşenbîr Destkeftiyan Mayinde Dike” 5`emîn Konfransa xwe li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna 90 delegeyî li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên wê yên çandî û wêjeyî, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), partiyên siyasî, rewşenbîrên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên civaka sivîl di konferansê de amade bûn.

konfrans bi deqeyek rêzgirtin li ser ruhê cangoruyên azadiyê despê kir. paşê Hevseroka Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Enahîta Sîno axivî û bixêrhatina haziran kir û got: ”Dibe em li ser rol û pênaseya rewşenbîrtiyê li hev nekin, lê di rewşa heyî de ku bi hesreta lihevcivandineke wiha bûn, divê em layiqî xwîna şehîdan pênaseya xwe pêk bînin. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji milê dewleta Tirk a dagirker ve dagirkirî ne û hewildanên qirkirinê jî dewam dikin. Ji bo parastina destkeftiyan divê êdî rewşenbîr ji geşedan û bûyerên ku rû didin bidin bersiv.

Di konferansê de nameyên pîrozbahiyê yên sazî û kesayetên li welat û derveyî welat hatin xwendin. Piştre sînevîzyonek li ser çalakî û semînerên ku ji aliyê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê ve di heyama 2 salan de pêkhatibûn, hat pêşandan.

her weha rapora yekitiyê ya 2 salan bê xwendin, rêziknameya yekitiyê li ber çavan bê derbaskirin û pêşinyarê ji bo plansaziyên salan e bê . Di dawiyê de endamên nû yên desteya rêveberiya giştî ya yekitiyê û hevserokatiya yekitiyê hatin hilbijartin.

Back to top button