JinManşêt

Komîteyên jinan ên Meclisa Malbatên Şehîdan êriş şermezar kirin

Komîteyên jinan ên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonên Qamişlo û Hesekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji hêzên leşkerî anî ziman.

Komîteyên jinan ên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonên Qamişlo û Hesekê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Li Çilaxa ya Qamişloyê endama komîteyê Lîna Yûsif daxuyanî li pêş geraca navçeyê xwend, li Amûdê jî endama komîteyê Sewsen Hisên li pêş avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyandî xwend û her wiha li Til Birakê jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan Merwa El Hesir li pêş avahiya meclisê daxuyanî xwend.

Her wiha li Şedadê ya Hesekê jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan Îman El Ferec li pêş avahiya Kongra Star daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hikumeta Tirk sûcên terorê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, welatiyan dike hedef û armanca wê derbekirina ewlehî û îstîqrara li herêmê ye û hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em li pêş alava şer a dewleta Tirk bibin mertalên zindî ku tu erdnîgariyeke ji xaka me ku bi fedakariyan şehîdan hate rizgarkirin, dagir neke û em ê li pêş hemû destwerdanên leşkerî bisekinin û heta dawiyê destekê bidin hêzên xwe yên leşkerî û ewlehiyê.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên re ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, dixwazin û soz didin şehîdan ku em ê pabendî fedakariyên wan bin.”

Back to top button