ManşêtNûçe

HDP: Em bang li her kesî dikin ku li ber êrîşan rabin

HDP’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê daxuyanî da û got, “Divê êrîş tavilê bisekinin. AKP-MHP hewl dide temenê dirêj bike. Li dijî van êrîşan divê hre kes dengê xwe bilind bikin.”

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek weşand.

HDP’ê kesên ku di êrîşan de şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir ku wê sibe bi rengekî awarte bicivin û got, “Em bang li hêzên demokratîk û dijberên şer dikin ku êrîşê şermezar bikin û li dijî vê êrîşa neheq dengê xwe bilind bikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di serî de Kobanê ku bi berxwedana destanî ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û bi modela xwe ya jiyana nû bûye çavkaniya sûdwergirtinê ji bo hemû bindestan, gelek herêmên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê doh bi şev bi balafiran hatin bombekirin. Bi bahaneya êrîşa bombeyî ya li Kolana Îstîklalê ku tê fêhmkirin lîstikeke tarî ye, doh bi şev bombe li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate barandin. Eşkere ye ku ev desthilatdarî dixwaze tişta ku DAÎŞ’ê nekarî bike, bi binpêkirina hiqûqa navneteweyî temam bike. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne gefeke ewlekariyê ye, berevajî; hêviyek ji bo mirovahiyê ye. Gefa ewlekariyê ya esasî ew mejî ye ku dibêje ‘Em ê derbasî aliyê din ê sînor bibe, du fuzeyan biavêjin û şer bidin destpêkirin’, ku bi vê têgihiştinê hewl didin armancên xwe yên tarî bi cih bînin.

Beriya niha êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê û herêmên din ên Kurdan, herêmên ku hatin dagirkirin ji bo DAÎŞ û dûvikên wê kirin qada jiyanê. Êrîş ne weke ku desthilatdarî îdîa dike ‘ji bo ewlehiya sînor e’, berevajî, gef û metirsiya li ser Tirkiyeyê zêdetir dike. Yên ku li ser Tirkiyeyê gef in Kurd nîne, yên gef in DAÎŞ û dûvikên wan e ku li herêmên dagirkirî hatine bicihkirin.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê, ku nikare welêt bi rê ve bibe û fatûreya krîza avanî ya mezin li gel dibire, bi stratejiya zexta li hundir û şerê li derve hewl dide temenê xwe dirêj bike, welêt her roj bêhtir dixe nava çiravê.

‘EM BANG LI HÊZÊN DEMOKRATÎK DIKIN KU DENGÊ XWE BILIND BIKIN’

Li hemberî van êrîşên nerewa yên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em bang li hêzên demokratîk û dijberên şer ên neteweyî û navneteweyî dikin ku van êrîşan şermezar bikin û li dijî van êrîşên neheq dengê xwe bilind bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê ji bo nirxandina van êrîşan wê sibe bi rengekî awarte li hev bicive û nirxandinên xwe bi raya giştî re parve bike.

Back to top button