DaxuyanîManşêt

Ji gelê me û raya giştî re

Bi boneya 19’emîn salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) em li gelê xwe û hemû mirovahiyê pîroz dikin, herwiha em bi rêz û hurmetê li ber şehîdên xwe yên heqdar ên ku di têkoşîna me de pêşengên me bûn û wê bimînin, disekinin, û hemû têkoşerên partiya xwe pîroz dikin û di karên wan de serkeftinê dixwazin.

Bi vê boneyê em soza xwe ji gelê xwe re nû dikin ku em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku em bigihêjin armancên xwe yên ku me her tim ji bo wan têdikoşe ango misogerkirina mafên gelê Kurd û avakirina Sûriyeke demokratîk.

Partiya me li ser daxwazên gelê me di têkoşîn de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û garantîkirina mafên rewa yên li Sûriyeyê de hatiye avakirin, di heman demê de prensîba netewa demokratîk a ku armanc dike ji her cure bêtehamuliya neteweyî, olî û zayendî red bike, pejirand, ji bo pêkanîna vê yekê fedekariyên mezin dan û di xurtkirina jiyana hevbeş a aştiyane ya di navbera pêkhateyan de roleke pêşeng lîst.

Di dema aloziya Sûriyê de partiya me stratejiya xeta sêyemîn di siyasetê de pêşxist, ku xwe spart hêza gel a xweser û xizmetê ji ti rojeveke derveyî berjewendiyên gel û pêkhateyên Sûriyê re nekir, lewma helwestên wî heta niha di hemû qonaxan de welatparêzî û demokratîk bûn. Di şert û mercên herî dijwar de dest ji prensîbên xwe berneda û li hemberî hemû hewldanên ku yekitiya pêkhateyên herêmê dike hedef, sabit ma.

Partiya me di avakirina Rêveberiya Xweser de rola pêşeng lîstiye, ji bo ku pêkhate piştî sed salan yekem car bibin xwedî mafê xwerêveberiyê, ev rêveberî destkeftiyeke dîrokî ya mezin bû. Ji bo domandina wê bi hemû dijwarî û zehmetiyan re rû bi rû ma, em tekez dikin ku heta sîstemeke demokratîk ku tevahiya Sûriyeyê di nava xwe de dihewîne bê avakirin, ev hewildan wê bidomin.

Partiya me ji destpêka damezrandina xwe ve heta niha partiyeke azadîxwaz bû û di sîstema hundirîn ya partiyê de pêşeng bû di pêşxistina sîstema serokatiya hevbeş û hevsengiya zayendî de, me li dijî her cure tundiya li ser jinê û her cure qirkirina li ser jinê şer kir. Em berdewamî û mezinkirina têkoşîna xwe teqez dikin û ji bo bidestxistina azadî û wekheviya zayendî em ê bixebitin, ji ber ku em di wê baweriyê de ne ku jina azad û rêxistinbûyî misogeriya civaka demokratîk e.

Partiya me ji destpêka krîzê û dema ku herêmên me rastî êrîşên hêzên tundrew û terorîst hatin, yek ji yekem alîgirên erka xweparastinê bû, û di perwerdekirina gel de û arastekirina wan ji bo parastina ax û welatê xwe roleke sereke list. Îro em dibînin ku xurtkirina hêzên parastinê û rêxistinkirina xweparastinê tiştekî pêwîst e, û ji bo parastina rûmet û siberoja xwe divê her endamekî partiya me bibe endamê Hêzên Parastina Civakê û birêxistinkirina gel li gorî rêgeza şerê gel ê şoreşgerî wê di qonaxa pêş de yek ji erkên me yên sereke be.

Me ji destpêka kirîza Sûriyê ve tekez kiriye ku bijardeya leşkerî nagihê çareseriyan, lê pêwîstiya me bi zimanê diyalogê û çareseriyeke aştiyane heye, me di vî warî de herî zêde hewl da û em careke din destnîşan dikin ku tekane rêya çareseriya li Sûriyeyê çareseriya siyasî ya li ser bingehên demokratîk e, û ji bo ku em bi rêyên aştiyane bigihin çareseriyên radîkal ji doz;n li Sûriyê re, dê xebatên me berdewam bin.

Em weke partiyeke Kurdistanî di wê baweriyê de ne ku yekitiya rêzên Kurdan dozeke stratejîk e ji bo rûbirûbûna metirsiya ku em weke gel rûbirûyê me ne, û her helwest û hevkariyek ku xizmeta dijminan bike, divê rûbirû û berxwedanê bê kirin, ji ber ku ew metirsî li ser doz û hebûna me ye. Ji ber vê yekê em dudilî di girtina helwestên welatparêziyê de li hember her kesê ku bi dijmin re bi aliyê xiyanetiyê dixebete, nabin. Em soz didin gelê xwe ku ji bo yekîtiya neteweyî hemû hewlên me bidin û li hemberî her partî û hêzeke siyasî ku li her parçeyekî li dijî berjewendiyên gelê Kurd kar dike, bêdeng namînin.

Îro em di rewşeke şer de dijîn û gefên rasterast li ser me hene, lewma divê gelê me bizane ku em ligel wan in û em hemû zehmetiyan bi wan re parve dikin, çawa ku me bi hev re şert û mercên herî dijwar derbas kir, em ê karibin ku vê qonaxê bi hev re derbas bikin, û em soza xwe nû dikin ku em ê bixebitin ku li gorî hêviyên gel bin û layiqî qurbaniyên wan bin, em di wê baweriyê de ne ku hêza me têra serkeftinê dike, lewma divê em bi îradeyeke mezin bimeşin.

Careke din bi boneya 19’emîn salvegera damezrandina partiya we Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) pîrozbahiyê li we dikin û hêviya azadî, aramî û aştiyê ji we re dixwazin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk

20-9-2022

Back to top button