ManşêtNûçe

​​​​​​​691 parêzerên ji Sûriyê peyamek ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyê re şand

Parêzerên ji Sûriyê peyamek ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyê re şand, tê de banga hevdîtina yekser bi rêber Abdullah Ocalan re kir ku li girtîgeha Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk ve 24 sal e tecrîdeke girankirî lê tê ferzkirin.

Peyam li pêşiya Meclisa Edaleta Civakî ya bajarê Qamişloyê hat xwendin û 691 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Tartûs, Heleb, Hums û Lazîqiyê lîmze kir.

Peyma bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Xufran Xelef, bi zimanê kurdî jî ji aliyê endama Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Roja Xelef ve bi amadebûna bi dehan parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat xwendin.

Naveroka peyamê wiha ye:

“Em rewşa girtiyên Îmraliyê Abdullah Ocalan, Omer Hayri Konar, Weysi Aktaş, Hamili Yildirim ku ev zêdetirî salekê ye agahî jê nayên wergirtin, bi fikar dişopînin.

ZEXTÊN LI DIJÎ PÎVANÊN DEMOKRATÎK

Tu sedemeke qanûnî ku rastiya ji bilî serdanên 5 parêzeran ku di navbera 2`yê Gulanê-7`ê Tebaxa 2019`an de pêk hatine ji 27`ê Tîrmeha 2011`an de hevdîtina parêzeran bi Ocalan re hatiye qedexekirin, şîrove bike, tune ye. Ev kiryar li dijî pîvanên demokratîk e.

Her sê girtiyên din ên Îmraliyê ji sala 2015`an de dema veguhastin Îmraliyê, carekê jî hevdîtin bi parêzeran re nekiriye. Ev tê wateya ku pirsgirêk bi taybet girêdayî Girtîgeha Îmraliyê û helwesta siyasî-qanûnî ya hikumeta navendî ya têkildarî girtîgehê ye.

Malbat û hempîşeyên me jî li ser rastiya ku ji dema peywendiya dawîn a bi rêya telefonê di 25`ê Adara 2021`an de pêk hat, ji Ocalan tu agahî negirtine, bi fikar in. Wekî parêzer em bandora siyasî û civakî ya vê rewşê baş dizanin.

QEDEXEYEKE GIŞTÎ LI SER PEYWENDIYÊN OCALAN HEYE

Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di rapora xwe ya têkildarî serdana xwe bo Girtîgeha Îmraliyê di sala 2019’an de, ku di 5’ê Tebaxa 2020’an de hate weşandin destnîşan kir ku qedexeyek gitşî li peywendiyên Ocalan û her sê girtiyên din re bi cîhana derve re heye. CPT’yê ragihandibû ku rewşek bi vî rengî nayê qebûlkirin û li dijî qanûn û pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ye.

Destwerdana domdar di mafê parastinê û rewşa tecrîdê ya li ser Ocalan û girtiyên din de, bû sedema ku rêxistinên qanûna navneteweyî yên wekî Parêzerên Demokrasî û Mafên Mirovan ên Ewropayê (ELDH), Hevbendiya Mafên Mirovan a Ewropayê (AED) û Parêzer ji bo Parêzeran (Lawyer for Lawyers) daxuyaniyan bidin. Her wiha bertekên rexnegir ji aliyê toreke berfireh a parêzeran di gelek boneyan de, derketin. Ev jî nîşan dide ku ev doz çiqas girîng e û bi berfirehî tê şopandin.

Em bi hempîşeyên xwe yên Tirk re ne û em piştgiriya xebat û têkoşîna wan a li dijî tecrîd û binpêkirina mafê parastinê dikin. Wekî parêzerê Abdullah Ocalan û girtiyên din kar dikim, ji bo ku ez tevkariyê li rakirina qedexeya li ser mafê parastinê bikim, ez ji bo serdana wî destûr dixwazim. Ez hêvî dikim ku destûra pêwîst wergirim.”

ANHA

Back to top button