ManşêtNûçe

Enternasyonal a Pêşverû derbarê komkujiya Parîsê daxwaza lêpirsîneke berfireh kir

Enternasyonal a Pêşverû bi daxuyaniyekê komkujiya Parîsê şermear kir her wiha komkujiya 2013’an a li dijî sê jinên Kurd bibîrxistin.

Enternasyonal a Pêşverû di daxuyaniyê de wiha got: “Dema ku mirov rabirdûya dema nêz didin ber çavan, tê dîtin ku êrîşa terorê ya roja Înê li dijî muxalefeta Kurdan hate kirin, zêdebûneke nû ya kampanya şerê fîzîkî û psîkolojîk ê li dijî Kurdan e.”

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrîş di demeke welê de hate kirin ku gef û êrîşên Enqereyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne û got, “ji bo armanca kuştina van sê penaberan û şebekeya li pişt vê komkujiyê bê eşkerekirin, ji bo berpirsyarên van sûcên qirêj bêne darizandin û kuştinên kiryar nediyar ên ji vê sûîqestê heta bi qetilkirina Sakîne Cansiz û hevrêyên wê bêne eşkerekirin, em dixwazin lêpirsîneke bi bandor û berfireh bê destpêkirin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew piştgiriyê didin gelê Kurd.

Back to top button