
Di riya serdanekê ku nivîsgeha têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Qamişlo pêk anî ji çend dêr, rêxistin û kesayetan cejna Noelê li pêkhateyên Xirstiyan pîroz kir.
Serdan ji hêla hevserokatiya hevbeş ya nivîsgeha têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat Erîfa Bekir û endamên nivîsgeha partiyê Ednan Ferman û Luqman Ebdullah, hate kirin.
Şandeya partiya me zelal kir ku ev serdan ji bo destnîşankirina peyama hezkirinê ye ji bo gelê me yê Xiristiyan.
Di serdanan de tekez kirin ku tevahî zarokên gelê me ji hemû olan di yek xendeqê de ne û li hember dagirkeriya tirkiyeyê bi hev re berxwedidin.