ManşêtNûçe

Çeteyên Tirkiyê li Efrînê 2 welatî revandin

Çavkaniyekî ji ajansa ANHAyê re diyar kir ku çeteyên “Polîsên Sivîl” ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 2 welatî ji gundê Axcelê yê navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Li gorî heman çavkanî çeteyan Mihemed Xelîl Riyad (26) û Ebdo Mehmûd Derwîş (31) revandin, ber bi cihekî nediyar ve birin û hîna heta vê kêliyê çarenûsa wan ne diyar e.

Back to top button