ManşêtNûçe

Salih Muslim ji Al-Monitor re got: Niyeta Tirkiyê ne diyar e

Malpera Amerîkî Al-Monitor îşaret bi wê yekê kir, ku bi vegera Erdogan dest vala ji lûtkeya Tehranê, xuya ye ku gefa Tirkiyê ya destpêkirina operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê ji holê rabû, lê belê  Erdogan dilgiran xuya nake, nemaze ji ber xemsarî û bêdengiya Rojavayî li hember Tirkiyê û armanckirina pêşengên kurd yên sûrî û sivîlan û kuştina wan bi balafirên xwe.

Malperê zelal kir kampaniya armanckirin û kuştina pêşengên kurd li Sûriyê û Iraqê berdewam e, ji ber ku balafirên bê mirov ên di 22ê Tîrmehê de sê şervanên kurd ji Hêzên Sûriya Demokrat kuştin li nêzîkî bajarê Qamişlo, û di nav qurbaniyan de pêşnga rêzdar (Selwa Yûsif) ku di şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê de roleke diyarker list.

Di vê derbarê de hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di pêwendiyeke telefonî de ji Al-Monitor re got:

Em nizanin Tirkiye dê çi bike, ji bo planên xwe bi pêş ve biçe, herî kêm ji Kremlînê ronahiya zer lazim e.

Têkildarî liv û tevgerên dawî yên hêzên Tirk ku nîşan dide şerekî nêzik e, Salih Muslim got:

Piraniya amadekariyên xwe li aliyê Tirkiyê û li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de, derdora Til Rifat û Minbicê temam kirine û tenê li bendê biryara êrîşê ne.

Malpera Amerîkî belav kir ku tevî şandina hêz û çekan zêdetir ji aliyê Tirkiyê ve li ser sînor, t; xuya kirin ku ew bi cidî li ser pêkanîna operasyoneke serbazî ye, lê hin nûçe hene ku Tirkiyê niha daxwaza agirbestê ji hêzên opozisyonê kiriye û Erdogan li bendî derfeta êrîşê ye.

Salih Muslim ji Al-Monitor re piştrast kir ku çend sedan ji hêzên artêşa Sûriyê li Minbic û Tel Rifatê bicih bûne ji bo rûbirûbûna her êrîşeke muhtemel a Tirkiyê, û da zanîn ku ev bicihkirin ne beşeke ji rêkeftineke nû bi hikûmeta Şamê re, belê ew berdewamiya rêkeftina Peymana Cotmeha 2019’an a ku bi navbeynkariya Rûsyayê piştî êrîşa dawî ya Tirkiyeyê hat îmzekirin.

El-Monitor diyar kir ku Rûsya bi awayekî fersend gefên Tirkiyê bi kar tîne da ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bipejirîne ku bi Rûsyayê re lihevkirineke berfireh çêbike da ku têkiliyên xwe bi Amerîkayê re qut bike û Şam bikaribe çavkaniyên li herêmê kontrol bike, di radestkirina gav bi gav dibe ku Rûsya bandora xwe ya li ser Kurdan biparêze, li ser vê yekê Salih Muslim got:

Rûsya ji me re dibêje herin teslîmî rejîma Sûriyê bibin, ne zêdetir.

Lê zêde kir û helwesta Amerîka rexne kir û got:

Waşîngtonê nekariye tiştekî ji bo me bike û xelk vê yekê dibînin bi hêrs û xiyanet piştî tevahiya qurbaniyên pêşkêş kirin di berxwedana li dijî DAIŞ.

Tevî ku Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê ji bo şehadeta şervanên Kurd peyama sersaxîyê belav kir jî, bi awakî dîyarî ji bo hevgirtinê, ev yek hem Kurd û hem jî Tirkan hêrs kir, Salih Muslim zelal kir ku gelê bakur û rojhilatê Sûriya bi hêrse ji van peyamanan bi taybet ku navê Tirkiyeyê diyar nekir ku wê ev êrîş pêk anî, îşaret kir ku peyama hat nivîsandin weke ku ev mirî bi awayekî xwezayî çêbû.

Back to top button