ManşêtNûçe

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê Komkujiya Cindirêsê şermezar kir

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê Komkujiya Cindirêsê ya di şeva Newrozê de li dijî 4 welatiyên Kurd bi destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye, şermezar kir.

Balyozxaneyê bi rêya hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek parve kir û got: “Kirinên tundiyê mîna yên di 20′ê Adara borî de li bajarê Cindirêsê pêk hatiye, gefan li îstiqrariya Sûriyeyê dixwin.”

Balyozxaneyê bang li hemû aliyan kir ku êrişên li dijî sivîlan rawestînin û têgeha hesabxwestinê xurt bikin.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şeva Newrozê (20`ê Adarê) li navçeya Cindirêsê li dijî 4 welatiyên ji heman malbatê yên ku agirê Newrozê pê dixist, komkujî pêk anî.

Back to top button