ManşêtNûçe

Bi boneya 4`ê Nîsanê Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek da

Bi boneya 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ‘Însiyatîfa ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê’ daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de însiyatîfê rojbûna 74`an li Rêber Abdullah Ocalan, gerîla û gelê Kurd pîroz kir.

Her wiha însiyatîfê 4`ê Nîsanê wek roja vejîna nîştimanî û biratiya gelan wesifand û destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe gelê Kurd ji çewisandin û tunebûnê xilas kir.

Însiyatîfê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji rêberên din cudatir e ji ber ku ne tenê xizmeta gelê xwe kir, lê belê xizmeta hemû mirovahiyê kir û da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan bi pêşkêşkirina fikrê neteweya demokratîk rêya mirovahiyê ronî kir ku di pêvajoyên herî zehmet û aloziyên herî girêk re derbas dibe. Her wiha mirovahî ji tarîtiyê xilas kir.

Însiyatîf anî ziman ku di encama vê berxwdanê de dewleta Tirk ew dîl girt, ji mafê azadiyê bê par hişt û tecrîdeke giran lê ferz kir, lê tevî wê jî Rêber Abdullah Ocalan berxwedana xwe ya dîrokî kir, jêdera zanîn, felsefe û zanistê.

Di dawiyê de însiyatîfê got: “Tevî tecrîdê ku ji bo fikrê Rêber Abdullah Ocalan negihêje cîhanê hatiye ferzkirin, lê divê cîhan hêdî hêdî ji xewê şiyar be. Xwedî li vî fikrî bê hempa û peyamên wî yên demokrasiyê, aştiyê û biratiya gelan derkeve. Bêguman, gelê Kurd ê ku azadî, hebûn û aramiya xwe di jiyan û hebûna Rêber Abdullah Ocalan de dîtiye, di pîrozbahiya Newroza îsal de li Kurdistanê û seranserî cîhanê, piştgiriya xwe bi rêberê xwe re rave kir û soz da ku heta dawiyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê berdewam bike.”

Back to top button