ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Xebatên roja yekemîn a danûstandina Sûrî-Sûrî bi dawî bû.

Mijara sêyemîn a Danûstandinên Sûrî- Sûrî “Mijara Aborî û şeklê wê yê herî guncaw ji bo pêşeroja Sûriyê” ji aliyê Ziyad Wetfê û Ehmed Yûsif ve hatibû vekirin.

Endamê Heyet El-Tensîq Xelef Dawud, Endamê Desteya Siyasî ya MSD‘ê Hikmet Hebîb, Ferhad Hemo, siyasetmedarê muxalif Mihemed Hisên, kesayeta serbixwe Deham El-Metan li ser çawaniya xelasbûna ji krîza aborî de axaftin kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku siyaseta ne girêdana heqdestiya karker û cotkaran bi berheman ve bi demê re aloziyeke mezin di warê aborî de pêş xist û bû sedem ku berhem jî lewaz bibe. Zêdebûna berheman bi kedeke mezin tê, ev yek ancex li gel kesên bi exlaq û welatparêz bê dîtin, li bermaberî keda ku dide jî heqdestê wî kêm e. Her wiha hate gotin ku di dewletê de heqdestê karkaran sabit e û zêdebûna wê bi mayîna wê ya dem dirêj di kar de pêk tê, zêdebûna heqdest jî basît e.

Di axaftinan de her wiha hate gotin ku di dawiya salên 80‘î û 90‘î de hejmara niştecihên Sûriyê zêde bûn, li bermaberî wê berhemên aborî lewaz bû, ji ber ku alîkariyên daravî yên welatên ereban ji bo Sûriyê bi hinceta piştgiriya hevsengiyên leşkerî rawestiyan.

Kesên axivîne, her wiha diyar kirin ku Beşar El-Esed jî heman siyseta aborî ya bavê xwe meşand, siyaseta (firtona saziyên giştî ji yên taybet re), li ser vê yekê zeviyên çandiniyê û alavên wê, her wiha sewal firton, bank belav bûn û bazara pereyan li Şamê vekir.

Hate gotin ku salên di navbera 2006 û 2011‘ê dema ku Abdullah El-Derderî wekî cîgirê serokwezîrê aborî yê Sûriyê hate erekedarkirin  guhertineke din ango  “Aboriya bazara civakî” pêşxist. Ev têgeh bû berdêl ji kapîtalîzmê ya li djiî siyaseta Baas e. Ev sîstem di encama zextên aborî, bangên navdewletî û rêxistinên bazirganî ya navdewletî de derket.

Bi vê yekê xebatên roja yekemîn a danûstandina bi dawî bû. Danûstan dê sibe berdewam bike û 3 mijarên din bêne nîqaşkirin.

Back to top button