NûçePYD

Muslim: Ji dervey projeya me kesî ti internatîvên çareseriyê li Sûriyê nedanîne

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demoktratîk (PYD) Salih Mislim ji Dengê Amerîka re derbarê hevdîtinên xwe yên li Rûsya de nêrîn da û weha got ku helwesta me derbarê terorê de ji destpêkê ve zelal e.

Mislim yê ku vê dawiyê li gel Mikhail Bogdanov, cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya kom bibû, di vê hevpeyvînê de dide zanîn ku Rûsan dixwest nêrîna Kurdan derbarê maytêkirina Rûsya ya vê dawiyê li Sûriyê bizanin.

Di dirêjahiya axaftina xwe de, hevserokê PYDê got ku Kurd dê peywendiya xwe ligel koalisyona bi serkêşiya Amerîka berdewam bikin.

Bêtir agahî di dirêjahiya vê hevpeyvînê de li ser vî faylê deng guhdarî bikin.

Dirêjiya axaftinê li jêrê guhdar bikin: 

 

J: VOA

Back to top button