ManşêtNûçe

Wezîrê Derve yê Iraqê ji Konseya Ewlehiyê xwest Artêşa Tirkiyeyê ji Iraqê derkeve

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest, biryarek li ser vekişîna Artêşa Tirkiye ya ji nav xaka Iraqê derbixe.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh têkildarî komkujiya dewleta Tirk a Zaxoyê ku têde 9 geştiyarên Ereb jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn civiya. Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên derbarê civînê de, ji kanala El Hurre axivî.

Fuad Hisên da zanîn ku ti lihevkirinek wan bi artêşa Tirk ya li ser ketina nav xaka Iraqê re tuneye.

Hisên got ku wan daxwaz ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye da ku rê li binpêkirinên artêşa Tirkiye yên li nav xaka Iraqê bigrin.

Di dewama axaftina xwe de Fuad Hisên got; “Me ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest, biryarek li ser vekişîna Artêşa Tirkiye ya ji nav xaka Iraqê bigre.”

Back to top button