ManşêtNûçe

Şêniyên herêma Firatê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk li ber baregeha hêzên Rûs xwepêşandan kirin

Di 26’ê Tîrmehê de bi sedan malbat û xebatkarên saziyên Rêveberiya Xweser û hin partiyên siyasî û tevgerên civaka sivîl ên herêma Firatê li ber baregeha hêzên Rûs a li navçeya Sarîn xwepêşandan kirin û binpêkirin û destdirêjiyên dewleta Tirk şermezar kirin.

Xwepêşanderan bê navber bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komkujî û binpêkirinên dewleta Tirk bi taybet bêdengiya Rûsyayê ya ku garantorê herêmê ye, şermezar kirin û ev bêdengî nîşaneya ronahiya kesk a van binpêkirinan e.

Ev jî dike ku dagirkeriya Tirk van êrîşan girantir bike û hedefgirtina xwe li ser xebatkarên Rêveberiya Xweser bi taybet jinên di rêveberiyê de, sivîl û Hêzên Sûriyeya Demokratîk zêde dike.

Eqîdê Rûsî ku pêşwaziya şandeya xwepêşanderan kir, destnîşan kir ku ew ê bi rayedarên pêwendîdar re gotûbêjan bikin da ku dawî li van binpêkirinan bînin.

Back to top button