ManşêtNûçe

Wezareta Xezîneya Emerîkayê ceza li dijî rêveberiya endustiriyên parastinê a Tirkî birî

Wezareta Xezîneya Emerîkayê, ceza li dijî rêveberiya endustiriyên parastinê ên Tirkî û serokê wê Îsmail Demir birîn.

Malpera Wezareta Xezîneyê got ku Washingtonê ceza li ser sê kesên din ferz kir ku girêdayî rêveberiya endustiriyên parastinê ên Tirkî ne.

Hefteya borî jî ajansa “Reuters” eşkere kir li ser pilanên Welatên Yekbûyî ji bo ferzkirina cezayan li dijî Tirkiya bi sedema kirîna sîstemên parastina hewayî ên Rûsî “S400”.

Her wiha anjansa “Bloomberg” got ku srokê Emerîka Donald Turamp, li ser bendên cezayan li dijî Tirkiya îmze kir, bi sedema peymana Sîstema parastinê a Rûsî “S400” ya ku Tirkiya kirî.

Ajansê bi bîr anî ku cezayên li dijî Tirkiya wê bê ferz kirin li gorî qanûna CAATSA şerkirina dijminên Emerîkayê di riya cezayan.

Hêjayî gotinê ku serokên Dewletên Yekîtiya Ewropa di 11 Berfanbar ê de biryar dan ku cezayan li dijî Tirkiya berfireh bikin û erêkirina Lîsteyek Reş zêde li ser biryara ku di 11 mijdara sala 2019 an di der barê ferzkirina cezayan li dijî Enqereyê bi sedema çalakiyê wê ên “ne qanûnî” di Deryaya Spî.

Back to top button