CivakManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Welatiyên ku kocber bibûn vedigerin başûrê Sûriyeyê

Piştî ku Rûsya û çekdarên opozîsyonê li başûrê Sûriyeyê gihaştin itîfaqê, bi hezaran welatiyên herêmê ku ji ber bombebaran û topbarana rêjîma Sûriye û Rûsyayê malên xwe terk kiribûn, dest bi vegera li gund û bajarokên xwe yên di bin serweriya hêzên rêjîmê de kir.

Piştî ragihandina itîfaqa di navbera komên çekdar û Rûsyayê de, hêdî hêdî bêdengî vegeriya Deraayê. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê îro bi daxuyaniyekê aşkera kir ku di encama danûstandina ku Navenda Lihevanînê ya Rûsya bi opozîsyonê re li Deraayê pêk anîn, itîfaqa der barê agirbestê de hate kirin, her wiha destpêkirina radestkirina çekên giran û navîn ên opozîsyonê hate destpêkirin. Ev li hemû herêmên niştecihbûnê pêk hat.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku rewşa çekdaran tê birêxistinkirin, çekdarên ku naxwazin rewşa wan were sererastkirin, malbatên xwe ber bi Idlîba bakurê Sûriyeyê derdixin. Di heman demê de wê sazî û desteyên hikumeta Sûriyeyê li herêmên başûr ên di bin destê çekdarên opozîsyonê de dest bi karê xwe bikin, her wiha dê rê ji vegera koçberên li ber sînorê Urdinê re were vekirin.

Ajansa fermî ya rêjîma Sûriyeyê SANA’yê jî destnîşan kir ku li gorî itîfaqê dê hemû noqteyên çavdêriyê yên li ser dirêjiya sînorê Sûriyeyê û Urdinê radestî artêşa Sûriyeyê werin kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî destnîşan kir ku hêzên rêjîmê hebûna xwe ya li deriyê sînor ê Nesîb a li ser sînorê Urdinê zêde dike û da zanîn ku hêzên rêjîmê gelek alavên leşkerî ber bi deriyê sînor ve birin.

Navendê her wiha destnîşan kir ku bi hezaran welatiyên koçber bûbûn, ji vegerê bi tirs in ku rêjîma Sûriyeyê û alîgirên wan zarokên wan bigirin.

Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê kuştina 159 sivîlên ku ji wan 32 zarok û 33 jin in, belge kir û got ku ev hejmara hatiye belgekirin ji 19’ê Hezîrana sala derbasbûyî û heta niha ji ber bombebarana hêzên rêjîmê û Rûsyayê ya li ser herêma Deraa, her wiha ji ber mayinên ku teqiyan e. Navendê li aliyê din jî kuştina 135 leşkerên rêjîmê û alîgirên wê, her wiha 131 çekdarên opozîsyonê jî belge kirin.

Back to top button