CiwanManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Ciwanê minbicê xwînê didine birîndarên xwe

Bi dehan ciwanên xeta rojhilatê bajarê Minbicê bi dirûşma “Birîndar birîndarên me ne” ji bo birîndarên teqîna navçeya El-Heya ku di nava xwepêşanderan de pêk hat, xwîn da.

Roja Pêncşemê li navçeya El-Heya ya girêdayî bajarê Minbicê ya Bakurê Sûriyeyê di nava xwepêşanderên ku li dijî gefên dewleta tirk a dagirker li ser bajarê Minbicê daketibûn qadan, teqînek pêk hat. Di encama wê de welatiyek şehîd bû û 32 welatî jî birîndar bûn.

Ji bo vê yekê bi dehan ciwanên Minbicê berê xwe da Nexweşxaneya Firat a bajêr da ku xwînê ji bo birîndaran bidin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê dayîna xwînê du rojan berdewam bike.

Back to top button