ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Tirkiye li Parlementoya Europayê hate mehkûmkirin

Dadgeha Gelan a Daîmî ya ku di 15-16’ê Adarê de li Parîsê sûcên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan darizandibû. Dadgeha Gelan a Daîmî biryara xwe li Parlementoya Europayê eşkere kir. Beşdarên konferansê diyar kirin ku biryara dadgehê ‘girîng û dîrokî ye.’

SEROKÊ DADGEHÊ BAL KIŞAND SER SÛCÊN LI SÛR Û CIZÎRÊ

Serokê Dadgehê Phîllîppe Texîer diyar kir ku ew du rojan li ser sûcên dewleta Tirk sekinîne. Texîer bal kişand ser vî tiştî ku operasyonên li Sûr û Cizîrê kesên sivîl kiriye hedef û li vê derê sûc hatine kirin.

Texîer diyar kir ku wan qala mafê xweseriyê jî kirine û ev maf her dem hatiye redkirin.

Texîer bal kişand ser vî tiştî ku heke ew di çarçoveya hiqûqî de li şerê di navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê binihêrin, PKK têkoşîneke çekdarî dike û sûcdariya ‘PKK rêxistineke terorî ye’ red kir.

DEWLETA TIRK JI BER SÛCÊ ŞER HATE MEHKÛMKIRIN

Texîer gorku, “Erê, ev şerekî çekdarî ye û ne navneteweyî ye. PKK li gorî konvansiyonên Cenevre û yên navneteweyî tevgeriyaye. Em dikarin bibêjin ku gelê Kurd bi awayê komî hatiye qetilkirin. Di warê hiqûqî de mirov lê binihêre, em dibînin ku dewleta Tirk sûcdar e. Dewleta Tirk sûcê şer kiriye. Tê dîtin ku dewleta Tirk di salên 1990’î de cînayetên bi hedef kiriye û gelek kes revandiye.”

Texîer du biryarên dadgehê wisa diyar kir, “Ji ber ku dewleta Tirk mafê tayînkirina qedera gelê Kurd a bi biryara gelê Kurd red kiriye, em dewleta Tirk mehkûm dikin. Me biryar da ku, dewleta Tirk sûcên şer kiriye. Gelê Kurd bi awayê fîzîkî hatiye kuştin. Ev tişt him li Tirkiyeyê û him jî li derveyî Tirkiyeyê hatiye kirin. Dewleta Tirk ev polîtîka bi zanebûn pêk aniye.

Texîer diyar kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û General Adem Hûdût berpirsyarên van sûcan e. Serokê dadgehê xwest ku Rewşa Awarte were rakirin, dewleta hiqûqê were avakirin, çalakiyên leşkerî werin sekinandin û bila nasnameya Kurd û mafê tayînkirina gelê Kurd a ku biryara gelê Kurd e were naskirin.

Li ser navê Koma Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan a Parlementoya Ewrûpayê Jûlîe Ward jî qetilkirina sê jinên Kurd a li Parîsê bi bîr xist û got, “Dewleta Tirk êrîşî mafên jinan dike.” Ward diyar kir ku ew piştgiriya têkoşîna Kurdan dikin û got, “Divê em vê têkoşîna xwe xurttir bikin.”

SPÎNELLÎ: LI CIZÎRÊ MIROV BI SAXÎ ŞEWITANDIN

Li ser navê Komeleya Hiqûqnasên Europayê ya Demokrasiyê Barbara Spînellî jî diyar kir ku li bajarên Kurdan gelek sûcên giran hatiye û kirin û got “Li Cizîrê mirov bi saxî hatin şewitandin.”

Spînnellî diyar kir ku ji bo biryara dadgehê were dîtin, çi ji destê wan were ew ê bikin.

FERHO: DEWLETA TIRK SAETEKÊ SÛCEKÎ DIKE

Yek ji pêşengê dadgehê li ser navê Enstîtuya Kurdan a Brukselê Derwêş Ferho jî diyar kir ku sûcên di darizandinên li Parîsê de hatine kirin gelekî hindik in û got, “Dewleta Tirk her roj, her saet, her deqîqeyekê sûcekî din dike. Qetlîam û talan 100 sal in didome.” Ferho diyar kir ku biryara Dadgeha Gelan a Daîmî gelekî girîng e.

ŞAKAR: DÎROKA TIRKIYEYÊ, DÎROKA CEZANEDAYÎNÊ YE

Li ser navê MAF-DAD’ê jî Mahmût Şakar jî diyar kir ku tu sûcên ku Tirkiye di navenda wê de ye nehatiye darizandin û got, “Dîroka Tirkiyeyê, dîroka cezanedayînê ye.”

Şakar bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku him rêya hiqûqa navxweyî û him jî rêya hiqûqa navneteweyî hatiye girtin. Şakar bal kişand ser vî tiştî ku ji ber sûcên li dijî Kurdan Ewrûpa jî berpirsyar e û xwest ku bila li hemberî tecrîda li ser Ocalan helwesteke zelal were nîşandan.

MAVRÎDES: EW Ê TÊKOŞÎN BIDOME

Li ser navê Koma Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan a Parlementoya Europayê Costas Mavrîdest jî diyar kir ku Tirkiye hemû prensîbên bingehîn ên dewleta hiqûqê înkar dike û nerazîbûn nîşanî alîkariya maddî da ya ku Yekîtiya Europayê dide Tirkiyeyê. Mavrîdes got ku, “Dema ku em tiştên li Efrîn û Sûriyeyê bînin ber çavê xwe, em dibînin ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe Kurdan koçber dike û ji Ewrûpayê pereyan distînin.  Ev tişt li tu derên din tune.”

WESTRHEÎM: EM JÎ JI HOVÎTIYA LI CIZÎRÊ BERPIRSIN

Ji Komîsyona Welatiyên Tirkiye ya Yekîtiya Ewropayê (EÛTCC) Karîane Westrheîm: Ev roj ji bo me pir girîng e. Biryarên dadgehê û pêşniyar ji bo me girîng e. Wê hêz bide her kesê ku ji bo Kurdan têkoşînê dike. Em jî ji vê berpirs in. Saziyên li Ewropa jî ji vê berpirs in. Dema ku Mehemt Tûnç telefon kir û çend roj şûnde hate kuştin, bi sedan Kurd li gel hatin kuştin. Bi lezgîn pêwîstiya me bi pêvajoyeke aştiyane ya siyasî heye. Ji bo vê pêwîstî bi rola Abdullah Ocalan heye. Heta ku Ocalan girtî be aştî nepêkan e. Bi biryara dadgehê êdî dengê gelê Kurd hate bihîstin.”

DÛBBÎNS: BÊDENGIYEK HEYE, DIVÊ EM XIRA BIKIN

Ji Kampanyaya Ji Ocalan Re Azadî Sîmon Dûbbîns: Tişta ku dadgehê îro kir a herî baş bû. Ev gava yekem e, miha tişta me bikin, van belgeyan û biryaran pêşkêşî raya giştî bikin. Bêdengiyeke heye, naxwazin tiştên qewimîn her kes bizanbin, divê em vê ragihînin.

LI ÎNGÎLTERYÊ NÊZÎ 200 HEZAR KES WÊ AZADIYA OCALAN BIXWAZIN

Sala bê wê Ocalan bikeve sala 70’î. Ev 20 sal in di nava şert û mercên herî xedar de maye. Ocalan lîderekî rast ê siyasî ye. Lîdereke ku her kes rêz ji ramanê wî re digire û piştgirî dike ye. Weke Mandela tevahî jiyana xwe ji bo aştî û edaletê da kirin. Di meha Tîrmehê de wê 200 hezar kes wê festîfala sendîkayan lidar bixin, wê mijara festîfala îsal azadiya Ocalan be.”

Parêzer Margaret Owen Obe: Ev rojeke dîrokî ye. Wê bandora biryarê di raya giştî de cihekî berfireh bigire. Divê Ocalan bê azadkirin.

Sekreterê Giştî yê NAPO’yê Lan Lawrence axivî û sipasiya her kesê kir ku di xebatên dadgehê de cih girt û diyar kir ku wê vê mijarê ji bo hikûmeta Îngilîzre jî ragihînin.

ENCAMANAME

Konferans bi ji encamnameya ku ji 5 bendan pêk tê, pêşkêşî beşdarvanan hate kirin û bi erêkirinê bi dawî bû.

Di encamanameyê de, biryara dadgehê hate erêkirin, divê dewleta Tirk li Sûriyeyê dawî li operasyonên xwe yên leşkerî bîne, derbasî sînorên xwe bibe, Tirkiye kesên ku di sala 2015-2016’an de sûcên şer kirîn bên diyarkirin û bên cezarkirin, dîsa dawî li hemû xebatên leşkerî bîne, vegere pêvajoya aştiyê û di nava aliyan de efûyeke giştî bê dayîn. Di vê çarçoveyê de hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Ji ajansa Fratê dirêjiya naveroka vê dozê:

Trîbûnal a Navneteweyî, dewleta Tirk û Erdogan mehkûm kir

 

Back to top button