ManşêtNûçe

Siyaseta tirkkirinê li Sûriyê rê li guhertina demografiyê vedike

Dewleta Tirk ji bo sepandina xwe li Sûriyê xwe dispêre gelek stûnên piştevaniyê, di serî de xwe dispêre rêxistinên terorît ên tundrew ku li gorî idîayên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê palpişta gel in, lê belê ne tenê Sûriyê dikeya berjewendiyên dewleta Tirk e, lê sûcên wê sînorên gelek dewletên li herêmê derbas kirin.

Li gorî ajansa ANHA’yê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Nîhad Ehmed got: Dewleta Tirk a dagirker li ser hesabê gelên herêmê hatiye avakirin, ji ber ku li dijî gel hovîtrîn komkujî pêk anîn; mînaka wê jî komkujiya Sîfo û hwd ,e.

Nîhad Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk bi siyaseta ku li Sûriyê dimeşîne hewldana gelek armancan dike, armanca herî girîng jî ew e ku piştgiriya Îxwan El-Muslimîn bike, da ku hikum bixe bin kontola xwe û berfirehkirina Osmanî ya li Sûriyê berdewam bike, lê ji ber destwerdana navneteweyî ev siyaset bi bin ket û niha jî ew dibînin ku li herêmên dagirkirî heman siyaset tê meşandin. Dewleta Tirk hewldana guhartina demografiya van herêman dike, ji lew re navên kolan û dibastanana diguhere û navên sultanan û generalên dewleta Osmanî li wan dike, ev jî nîşaneyeke ku piştre bajarên Sûriyê tetrîk bike, da ku di civînên navneteweyî de mijareke rasteqînî be.

Li gorî agahiyên bi dest ketine, artêşa Tirk bi rêya medyaya civakî siyaseta propogandayan dide meşandin û zimanê tirkî teşwîq dike, di heman demê de li herêmên dagirkirî pere û kar dabîn dike, ji bo perwerdeyê şandeyan dişîne zanîngeh û peymangehên Enqere û Stanbolê yên Tirkiyê, ji ber vê yekê hejmara xwendekarên ku li Cerablusê û Ruhayê fêrî zimanê tirkî dibin mehane zêdetirî 100’î ye. Ji ber  ku ew xwendekar bi hêvî ne li herêmên dagirkirî karekî bi dest bixin, fêrî zimanê tirkî dibin.

Nîhad Ehmed wiha domand; hikumeta Tirkiyê ya niha hin dewletên Ereban wekî xaka dewleta Osmanî dibîne, lewma divê civaka navneteweyî û dewletên Ereban li dijî van siyasetan bisekinin nexasim ku dagirkerî dixwaze hîn zêdetir welatên Ereban dagir bike.

Dewleta Tirk li Rojhilata Navîn hewldana avakirina rêxistina îslamî ya selefî dike, her wiha bi rêya gefên şandina kesên tundraw ji parzemîna pîr (Ewropa) hewldana zextkirina li ser civaka navdewletî dike. Di heman demê de Tirkiyê hewl dide beşek ji rageşiya li Sûriyê be û di çareseriya aloziyê de jî dixwaze bibe aliyekî biryarê, nexasim piştî rasterast li dijî gelê Sûriyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şer dike û hin herêm jî dagir kirine.

Têkildarî mijarê Nîhad Ehmed anî ziman ku siyaseta artêşa Tirk bi kar tîne ya guhartina demografiyê û tirkkirina herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine, di rastiya xwe de ji bo hikumê xwe li ser civaka navneteweyî û erebî ferz bike û bi vî şeklî çareseriya aloziya van herêman dê zehmet be.

Nîhad Ehmed da zanîn beriya ku çareserî ji aloziya Sûriyê re were dîtin, Tirkiyê bi hemû hewldanên xwe dixwaze vê siyasetê pêk bîne, da ku di danûstandinên li ser çareseriya Sûriyê de bibe xwedî biryar. Êdî divê civaka erebî rastiya van siyasetan bizanibe, ji ber ku Tirkiyê dê li ser van herêmên dagir kirine bi tenê nemîne û dê hîn zêdetir herêman dagir bike.

Di dawiyê de Nîhad Ehmed îşaret bi rola Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Rêveberiya Xweser hebûna pêkhateyan parast, her kes tev li kar û xebatê bû, di rêvebirina herêmên xwe de ew mafdar kirin, lewra ev yekemîn proje ye û yê herî zêde bi rastiya Sûriyê re gucaw e.”

Back to top button