ManşêtNûçe

Serokkomarê Iraqê: Em êrişên dewleta Tirk red dikin û qebûl nakin

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Salih di daxuyaniyê de got, “Em êrişên dewleta Tirk ji nêz ve dişopînin” û wiha dewam kir, “Ev êriş bi rengekî berçav gefê li ewlehiya me ya neteweyî dixwe. Êrişên ku tên kirin li gel dijberiya me jî pêk hatin. Beriya niha jî ji bo rawestandina van êrişan me bang kiribûn.”

Salih ji bo çareserkirina pirsgirêkan banga diyalogê kir, “Em alîgirê wê ne ku pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û diyalogê bêne çareserkirin. Me ji bo vê jî gelek caran bang kir. Em êrişên dewleta Tirk red dikin û qebûl nakin. Em li bendê ne ku hurmetê nîşanî mafên me yên serweriyê bidin.”

Serokkomarê Iraqê got, “Polîtîkaya me ya derve û biryarên me yên dewleta Iraqê êrişên dewleta Tirk teqez red dikin. Em êrişên dewleta Tirk bi ti rengî qebûl nakin.”

Hêjayî bibîrxistinê, ku Serokê Tevgera Hikme ya Nîştimanî ya Iraqê Emar Hekîm, derbarê êrişa dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî da û got: “Bombebaran û êrişên hewayî yên artêşa Tirk ên li ser Kurdistana Iraqê nayên qebûlkirin.”

Hekîm da zanîn divê hemû welat rêzê li hember serweriya xaka Iraqê bigirin.

Back to top button