DaxuyanîManşêt

Daxuyanî ji bo raya giştî

Di gaveke mezinbûnê ya xeternak de, duh êvara Duşemê artêşa Îraqê êrîşî Yekîniyên berxwedana Şengalê kirin ” Asayîşa Êzdîxan”û hêzên YBŞ û YJŞ li hinek herêmên Şengalê ji bo kontrolkirina li ser cihên wan li bejarokê “Xanesor, siûnû, Doko, Kompleksa Dokor, Geliyê Şilo û Sekîne, di encamê de birîndar çêbûn di nava sivîlan de, hevdem li gel lêkirina dîwar li ser sînor di navbera Rojava û Şengalê de di nava hewldana ji hev cudakirina gelê Kurd û parçekirina yên jixwe parçebûyî de ye li gorî pemanên nebaş ku gelê Kurdistanê parçekirin.

Gelê me yê Êzdî yê ku li hember bi dehan ji ferman û qirkirinan rû bi rû ma ji hêla hêzên zalim û terorîst, parsatina xwe kir li pêşiya tevahiya qirkirinên ku DAIŞ û operatorên wê ji hêzên herêmî di serî de dagirkeriya Tirk pêk anîn, di riya berxwedana gelê me yê Êzdî û hêza wê ya parastinê, ji ber vê yekê mafê civaka Êzdî ye ku li Şengalê xwedî biryar be û çawaniya rêveriyê û parastina xwe bike ji tevahiya êrîşan, û pêngava mezin ya ku artêşa Îraqê pêk tîne projeya demokratîk hedef digre ya ku gelê me yê Êzdî bedela wê ya giran da ji bo pêkanîn û bidestxisina wê.

Em di Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD careke dikin banga hikûmeta Îraqê dikin ku biryara riya lihevkirinê bi gelê me yên Êzîdî li Şengalê bigire, û xwe dûrî komployên hêzên herêmî bike yên weke faşîzma Tirkiyê ku armanc wê têkbirina aramiya herêmê ye.

Her wiha erka serwerî ya dewlet û hikûmeta Îraqê ferz dike ku biryarên birêkûpêk û tund li dijî dagirkeriya Tirkiyê ya ku Başûrê Kurdistanê dagir dike û komployên qirkirinê derheqê gelê Kurd dimeşîne, ne li hember civaka Êzîdî ya li Şengalê.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya demokratîk PYD

2022-4-19  

Back to top button