ManşêtNûçe

Hêzên Taybet li herêma Holê serçeteyekî DAIŞ`ê girt

Hêzên Taybet (HAT) ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hêzên Koalîsyona Navneteweyî duh li gundê El-Nefayêl yê bajarokê Holê bi ser cihê seçeteyekî DAIŞ’ê yê li gund de girt.

Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro daxuyaniyek belav kir û tê de got: “Hêzên me tevî hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi rêya şopandina şaneyên rêxistinên terorîst û tevgerên wan, serçeteyekî DAIŞ`ê ku bûyerên revandinê, planên êrişan û bûyerên kuştinê li herêma Holê pêk tanî, girt.”

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, belge, alavên teknîkî, telefon û 2 çekên nêçîrê yên pê re hatin desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir şopandina rêxistinên terorîst, tunekirina wan û misogerkirina aramî û ewlehiyê li herêmê ji aliyê hêzên wan ve dê dewam bike.

ANHA

Back to top button