ManşêtNûçe

Ji Konferansa Cinêvê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe

Li bajarê Cinêv ê Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li cîhanê dest pê kir de konferansa bi sernavê “Li cîhanê û li Tirkiyeyê girtiyên siyasî” hat lidarxistin. Di konferansa ku li Zanîngeha Cinêvê hat lidarxistin de pisporan bal kişandin ser bêhiqûqî û berxwedana li Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêber Abdullah Ocalan 25 sal e di bin tecrîdeke giran de tê girtin.

Di rûniştina sêyemîn û dawî ya konferansê de bi beşdariya yek ji parêzerên Buroya Asrînê Raziye Ozturk, ji parêzerên Baroya Cinêvê Olivier Peter û ji parêzerên Abdullah Ocalan Mahmut Şakar panela bi sernavê “Abdullah Ocalan û pergala Îmraliyê”, “Dîroka esaret û paradîgmaya Ocalan” û “Pergala Îmraliyê û tecrîd” hat lidarxistin.

Di panêla bi moderatoriya parêzer Roxane Şeybanî de ji parêzerên Abdullah Ocalan Mahmut Şakar ewilî axivî. Şakar di axaftina xwe de bal kişand ser avakirina girtîgeha Îmraliyê, esareta Abdullah Ocalan, çawaniya pêşkeftina Komploya Navneteweyî û rola hêzên navneteweyî ya di komployê de.

Şakar, anî ziman ku pergala girtîgehê ya Îmraliyê di dema ku Komploya Navdewletî didome de pêk hat û got, “Sîstema Îmraliyê dema ku Abdullah Ocalan hê li Kenyayê bû, hat avakirin. Di vê wateyê de Abdullah Ocalan girtiyê hêzên navneteweyî û komplogeran e, ne ya Tirkiyeyê. Wî jî bi xwe ev yek anî ziman.”

Di berdewama xwe de Şakar destnîşan kir ku di avakirina pergala Îmraliyê de rasterast rola Ewropa û Konseya Ewropayê hebû û wiha domand: “Beriya ku em muwekîlê xwe bibînin, rayedarên Ewropayê çûn Îmraliyê. Ev yek bi awayekî zelal nîşanî me dide ku sîstema Îmraliyê çawa hatiye avakirin  nîşan dide. Em dikarin bibêjin hêzên Îmraliyê ava kirin û hêzên ku komplo pêk anîn yek in.”

Şakar anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê ji ber fikrên Abdullah Ocalan li  gelê Kurd tê meşandin û wiha got: “Ji ber vê yekê em dikarin bibêjin hem Komploya Navneteweyî hem jî sîstema Îmraliyê modeleke di şexsê birêz Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hatiye pêşxistin. Ya ku di şexsê Birêz Ocalan de li dijî gelê Kurd guncav hate dîtin tecrîda 25 salan bû. Sedema hêrsa bênavber a gelê Kurd a li hemberî tecrîda ku 25 sal e dewam dike jî ev e. Di vê wateyê de ger tecrîd neyê derbaskirin wê ev polîtîkayên dijwar ên li ser gelê Kurd berdewam bikin.”

Şakar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana 25 salan a Abdullah Ocalan ba li dijî pergala Îmraliyê dimeşîne.

RAZIYE OZTURK: TECRÎDA ÎMRALIYÊ LI TIRKIYEYÊ BELAV KIRIN

Piştî parêzer Mahmut Şakar, ji parêzerên Buroya Sedsalê Raziye Ozturk pêşkêşî kir. Raziye Ozturk li ser mijara Komploya Navneteweyî çawa pêş ket û sîstema Îmraliyê çawa hat avakirin rawestiya û bal kişand ser bêhiqûqiya 25 salan a li zindana Îmraliyê tê kirin. Ozturk, biryarên binpêkirina mafên mirovan ên Ewropayê yên der barê Îmraliyê de bi bîr xist û got, tevî van hemû biryar û binpêkirinan jî ev 3 sal in hemû mafên Abdullah Ocalan ji dest hatine girtin.

Raziye Ozturk anî ziman ku tevî hemû serlêdanên ku weke parêzerên Abdullah Ocalan kirine jî der barê bûyerên li Îmraliyê diqewimin agahî nadin wan û got, “Pergala li Îmraliyê li ser bêhiqûqiyê hatiye avakirin roj bi roj li tevahiya civakê belav bû. Em îro bandora tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê dibînin û hîs dikin.”

Parêzer Ozturk da zanîn ku bertekên navneteweyî yên li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û daxwazên azadiya wî girîng inn û wiha domand: “Divê em têkoşîna xwe xurtir bidomînin. Ciwan, jin, divê em hemû xwedî li paradîgmayên Birêz Abdullah Ocalan der”kevin.”

Piştî axaftinan Carlqvist, konferans bi hilgirtina posterên Abdullah Ocalan û bi berzkirina dirûşma “Ji Ocalan re azadî” bi dawî bû.

Back to top button