ManşêtNûçe

Hevseroka PYD’ê li ser vexwendineke fermî ya Partiya Syriza tevlî kongra Partiya Syriza bû

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Asya Abdullah li ser vexwendineke fermî li Yewnanîstanê ye

Asya Abdullah tevî parlamenter bi gelek aliyan re hevdîtin pêk anîn.
Di naveroka hevdîtinan de, rewşa li Rojava û êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê rojevên sereke bû.

Hevseroka PYD’ê li ser vexwendineke fermî ya Partiya Syriza berê xwe da Yewnanîstanê.

Partiya Syriza ya kongra xwe lidar xistî, yek jî partiyên sereke yên li Yewnanê ne.

Asya Abdullah di kongreya partiyê de cihê xwe girt.

Asya piştre jî tevî parlamenterên Yewnan bi Partiya Komunîst a Japonya û Komîteya Piştgiriya bi Rojava re civiya.

Di hevdîtinên xwe de bal hat kişand ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û wiha got:

“Tirkiyê bi her awayî êrişî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Bêserûber sivîl, pêşengên civakê û binesaziya herêmê dike armanc.”

Her du aliyan jî soz dan ku ew ê zextê li Tirkiyê bikin da ku êrişên xwe yên li dijî herêmê rawestîne.

Ronahî tv.

 

Back to top button