ÇalakîNûçe

Şêniyên Cizîrê salvegera 37’an a pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Bi hezaran ji şêniyên herêma Cizîrê, duh pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî pîroz kirin.

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD û Kongreya Star duh di dîroka 15’ê Tebaxê, şahiyek li dar xistin, bi boneya salvegera 37’an ya pêngava tebaxê, şahî li stada Heysem Kiço li bajarê Qamişlo hat li dar xistin, bi tevlîbûna bi sedan ji şêniyan û endamên saziyên sivîl ya girêdayî Rveberiya Xweser.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan destpêkir, piştre bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat “Seîd Hesen” axivî, tê de tevahiya gelê kurd û rêber Abdullah Ocelan pîroz kir bi boneya 15’ê Tebaxê, û got: ” Ev roj rojeke dîrokî ye ji bo kurdan, ew roja nû ye ya berxwedana kurdan li hember siyasetên dijmin.”

Hesen tekez kir ku rêber Abdullah Ocelan bi damezirandina wî tevgera azadiya kurdistanê kurdan ji nû ve vejîn kir, û got: ” Partiya Karkerên Kurdistanê li ser esasê ruhê şehîd Heqî Qerar û têkoşîn û berxwedana girtîgeha “Amed” hat avakirin”, diyar kir ku berxwedana Tevgera Azadiya Kurdstanê karîbû qeydên zilmê bişkîne.

Hesen îşaret kir li ser berxwedana roja pêngava 15’ê Tebaxê sala1984’an, û diyar kir ku “15’ê Tebaxê roja hêvî, hêza fikrî û leşkerî ji bo kurdan e, û roja azadiya jinê ye, ji ber ku piştî guleya 15’ê tebaxê kurdan karîbûn rabin serhildanê ji nû ve li hemberî dijmin û destilatdarên Kapitalist”.

Seîd Hesen tekez kir ku “faşîzma Tirkiya digot ku berxwedana Tevgera Azadiya Kurdistanê wê di 73 setan bi dawî bibe, lê ev roj bû 37 sal ji pêşketinan, û şoreşa Rojava ew e domandina berxwedana 15’ê Tebaxê ye”.

Çalakiyên şahiyê bi pêşkêşkirina performansên sitranan bi dawî bû.

Dirbêsiyê

Bi dehan ji şêniyên bajarê Dirbêsiyê duh roja 15’ê Tebaxê, salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin, ya ku tê de guleya yekmîn li dijî artêşa dagirekeriya Tirk hat berdan ji hêla têkoşer Egîd( Mesûm Qorqemaz) sala 1984’an.

Di der barê şahiyê hinek gotin hatin kirin, jê  jî, bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat li navçeya Dirbêsiyê (Mihemed Xelef), û bi navê Kongreya Star Ebîr Hesen axivî, gotinan tekez kirin ku dagirkeriya Tirkiyeyê ji salan ve siyasetên kolonyalîst pêk tîne li dijî gelên herêmê û hewil dide ku vîna gelan bişkîne di riya binpêkirinên hovane, ji ber vê yekê divê em hemû berxwedanê bikin ji bo li hember tevahiya komployan bisekinin.

 

Back to top button