DaxuyanîJinManşêt

Şehîda Zîlan Ereb sembola jina Ereb ya Azad e

Em di vê mehê de salvegera yekemîn ji dagirkirina bajrajên Serêkaniyê û Girê Spî bi bîr tînin ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wî yî çekdar ji Cebhet-El Nûsra û DAIŞ’ê, ku êşa gelên me kişand paşguh nekin ji destpêka şoreşa Sûriya ji koçberkirin, kuştin û pêparkirina ji mafên herî bingehîn di jiyanek azad û bi rûmet de, lê li Bakur aû Rojhilatê Sûriya şoreşek guhertin û demokrasî hebû şoreşa berxwedanê û têkoşînê ji bo bighêjin azadiyê ew jî bi reveberiya jina têkoşer ya azadîxwaz ji hemî jinan û hemî pêkhateyên civakê, lê prgalên desthilatdar yên faşîzm û di destpêka wê dewleta Tirk hemû rêbazên ne exlaqî û dijmirovî bikranî ji bo astengkirina projeya demokratîk û bidestxistina xeyalên wê yî kolonyalîst, dewleta Tirk û komên terorîst yên girêdayî wê di 2018’an de bajarê Efrînê dagirkir, bajarê aştiyê, lê ew bi vî tiştî têr nebû, belê di sala din de heman sînaryo dûbare kir di riya dagirkirina bajarê Girê Spî û Serêkaniyê, û koçberkirina bi hezaran ji şêniyan û bi karanîna çekên qedexe û pêkanîna sûcên hov der heqê sivîlan, bi taybet jin û zarok, em ji bîr nakin çawa sekretêra giştê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef şehîd ket bi awayekî hov û ne mirovî li ser destê çeteyên girêdayî Tirkiyeyê, şehîda Hevrîn Xelef derket asta şehadetê û ew banga azadî û demokrasiyê dikir, ku azadî û demokrasî du têgehin dagirkeriya Tirk ew nas nake.

Her wiha rêveberiya di Ekadîmiya Siyaseta Demokratîk di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD hevala Zîlan Ereb ya ku sembola berxwedan û îsrarê ye, Zîlan ya ku hêviya azadiyê vedişart li pişta kenê xwe yê ku weke nameyekê ji dagirkeran hat ku tiştek li pêşiya vîna jina azda nasekine ji bo ghaştina demokrasiyê, Zîlan ji malbetek pêkhateya Ereb bû, lê zihniyeta di civakê de ew ne sekinand ji berxwedan û îsrarê ji bo pêkanîna azadiyê, Zîlan têkoşîn û berxwedan kir heta şehîd ket.

Em di Meclia Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat de soz didin şehîda Zîlan di salvegera şehadeta wê û hemû şehîdan, ku em li ser rêça wan bimeşn û em parastina deskeftiyên şoreşa me bikin, û xurtkirina projeya Netewa Demokratî ji bo avakirina Sûriya Demokratîk hemû gel û pêkhate jiyan bikin bi aştî û rêvebriya jina têkoşer ya azad.

Meclisa Jin di Partiya Yekîtiya Demokrat

2020-10-14

Back to top button