ManşêtNûçe

Şandeyek Rûsî serdana bakur û rojhilatê Sûriya dike

Şandeyek fermî bi serokatiya “Maria Lifufa Bilufa” rayedarê Serokê Federasyona Rûsyayê ya Mafên Zarokan roja Şemiyê di dîroka 2023-3-11 serdana navenda Dayîreya Têkiliyên Derve li Qamişlo kir, ji bo radestkirina 49 zarokên ji malbatên DAIŞ’ê ji Fedrasyona Rûsiyayê.

Cîgerê hevserokatiyê “Rûbêl Biho” û endamê desteya rêveberiyê “Xalid Îbrahîm” û endama nivîsgeha YPJ “Lana Hisên” pêşwaziya şandeyê kirin.

Di hevdîtinê de “Rûbêl Biho” kêmasiyên civaka navdewletî destnîşan kir, her wiha berpirsyariya xwe li hember malbatên DAIŞ yên di kampên Hol û Roj de, bi cih nayînin, di hevdîtinê de zelal kir ku Rêveberiya Xweser daxwaza bi cih anîna berpirsyariya xwe li hember hemwelatiyên xwe kir çi di kampan de an li girtîgehan û giringiya piştgîrkirina rêveberiyê ji bo başkirina rewşa kamp û girtîgehan de di milê ewlekarî û mirovî de.

Rûbêl Biho tekez kir ku wê Rêveberiya Xweser hevkariya xwe bi Rûsiya û tevahiya dewletan berdewam bike yên ku hemwelatî û zarokên wan li herêmên Rêveberiya Xwser in.

Ji aliyê xwe ve “Maria Lifufa Bilufa” sipasiya Rêveberiya Xweser kir li ser pêşkêşkirina hevkariyê li ser vegerandina zarokan ku wê wan radestî malbatên wan bikin.

Her wiha got ku hikumeta Rûsiya wê hewildanên xwe berdewam bike ji bo vegerandina zarokên di kampan de di demên bê bi armanca vegerandina tevahiya zarokên Rûsiyayê yên li Sûriyayê ne.

Piştî îmzekirina belgeyeke fermî ya radestkirinê di navbera her du aliyan de zarok radestî wan hate kirin.

Back to top button