Îro yekşemê, şandeke Partiya Têkoşîna Demokratîk serdana navenda giştî ya partiya me li bajarê Qamişlo kir, ji bo pîrozbahiya serokatiya hevbeş a nû ya partiya me piştî lidarxistina kongireya 9’emîn ya partiyê û hilbijartina Asiya Ebdullah û Salih Muslim wek hevserokên Partiya Yekîtiya Demokrat.
Şanda mêhvan ji Xenef Mella û Siûd Mejdal hevserokê Partiya Têkoşîna Demokratîk pêk hat.
Ji aliyê hevserokên partiyê Asiya Ebdullah û Salih Muslim û hevserokê nivîsgeha têkiliyên partiyê Erîfe Bekir, Mezlûm Xelîl pêşwazî kirin.
Di destpêka serdanê de şanda mîhvan pîrozbahî li serokatiya nû ya hevbeş a partiya me kir û da zanîn ku lidarxistina 9’emîn kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk di şert û mercên hestiyar de serkeftinek bû.
Piştre rewşa siyasî ya heyî li herêmê hate nîqaşkirin.
Her wiha îşaret kirin ku divê hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ji bo xaka xwe têbikoşin.
Di dawiya serdanê de, şanda mêvan tekezî li ser bihêzkirin û xurtkirina pêwendiyên di navbera aliyên siyasî û bihêzkirina hişyariya hemû pêkhateyên Sûriyê kir.