Ji welatên cuda yên cîhanê 26 enternasyonalîst di bin sîwana Tûgayên Xebatê yên Navneteweyî de ku dixwestin biçin Rojavayê Kurdistanê lê belê PDK’ê nehişt, serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê kirin.
Şande danê nîvro ji aliyê Nûnera Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyeyê ya li Başûrê Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin.
Piştî pêşwazîkirinê Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Swêda xêrhatina wan kir.
Di serdanê de şandeyê spasiya Rêveberiya Xweser kir.
Şandeyê di serdanê de li ser astengî û xebatên niha şûnde li welatê xwe bikin anî ziman. Her wiha hate gotin wê xebatên wan bi reng û rêbazên din dewam bike.
ANF