ÇalakîManşêt

Şandek ji têkiliyên partiya me serdana Partiya Kesk a Demokratîk li Qamişlo kir

Ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera partî û pêkhateyan de û xebatên ji bo yekkirina pirensîpên projeya neteweya demokratîk, îro yekşemê şandeke ji Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD serdana nvîsheha Partiya Kesk a Demokratîk li bajarê Qamişlo kir

Şanda partiya me ji “Erîfe Bekir” hevseroka nivîsgeha têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk û “Silêman Ebûbekir” endamê partiyê pêk hat.

Ew ji aliyê “Şêrîn Ebas” seroka komîteya têkiliyên di Partiya Kesk a Demokrat, “Silêman Ehmî” berpirsê komîteya rêxistinî ya partiyê, “Yûsif Ebdula” berpirsê komîteya darayî û “Mihemed He was” berpirsê komîteya jîngeh a partiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Armanca serdanê guftûgokirina riyên xurtkirina têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de ji Kurd, Ereb, Xirîstiyan, Kildanî û yên din û tekezkirina li ser wê yekê bû ku pirojeya neteweya demokratîk hêviyên hemû pêkhateyên Sûriyê bêyî cudahî yan jî dûrxistina ti pêkhateyan pêk tîne.

Her du partiyan tekezî li ser xurtkirina têkiliyên di navbera xwe de xurt û aktîfkirina rola jinan di civakê de.

 

Back to top button