ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me serdana Partiya Komunist a Kurdistanê kir

Di nava serdanên ku Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ji partiyên siyaseî re pêk tîne, îro di dîroka 26’ê Poşper, partiyê serdana Partiya Komunist a Kurdistanê li Qamişlo kir.

Şandeya me ji hevserokatiya buroya Têkiliyan di partiyê de Xelîl Osman û Rohat Mele Xelîl pêk hat.

Sekretêrê gitşî yê Partiya Komunist a Kurdistanê Necm El-Dîn Mele, Hesen Zenkî û Ehmed Musa nûnerên partiyê pêşwaziya wan kir.

Her du aliyan li ser rewşa siyasî û aborî li herêmê bi giştî avixîn, her wiha ser rola partiyên siyasî di kar de li gorî berjewendiya giştî ji bo hemû pêkhateyên herêmê.

Her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya danûstendina nêrînan û piştgiriya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriya.

Di dawiya hevdîtinê de Partiya Komunist a Kurdistanê destnîşan kir li piştgiriya wî ji projeya Rêveberiya Xweser ya ku di bin sîwana wê de hemû pêhateyên herêmê tên parastin.

Back to top button